”Em şirîkên jan û êşa gelê xwe ne”

”Em şirîkên jan û êşa gelê xwe ne”

”Em şirîkên jan, êş û keserên gelê xwe ne”

A+A-

Wek tê zanîn ku du sal berê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê, bihejmareka mezin û bi çekêngiran erîşî bajar’ê Musul’ê, kirinbûn û ev bajarê qedîm dagirtin.

Ev demaka dirêje ku hazirîya opersyona Musulê dihate kirin da ku, DAÎŞ’ê ji vî bajar’ê Kurdistan’ê, derxinin û vî bajar’ê dîrokî jî wek cihe din ji destê wan rizgarbikin.

Ev oprasyona ku destpêkirîyê ji alîyên hêzên Pêşmergêyên qehreman,

Lêşkerên Iraqê û bi alîkarî û piştgirîya hêzên, hewayî yê welatên hevpeymana têmeşandin.

Em hêvî dikin ku ev oprasyona ku li Musulê, li dijê DAIŞ’ê destpêkirîyê, bi demka kurtda bi serkeftî û serbilindî bidawîbe û gelên ku li Musulê dijîn werin rizgarkirin û aramî bê Musulê.

Pir eşkere û zelale ku rola Serokê Kurdistana Başûr birêz Mesud Barzanî, di vê opersyona ku îro li Musul’ê, li dijê DAÎŞ’ê tê meşandin şanazî û serbilindîya me Kurdane.

Îro li qada şer Pêşmergehên Qehreman û canfedayên gelê Kurd li gor pîlan û hazirîya serokê Kurdistana Başûr li dijê DAÎŞê şer dikin.

Em wek rêxistênê Kurd binavê HEVKARÎ Almanya, bi teybetî bangî hêz û partîyên Başûr’ê Kurdistan’ê û bi tevahî partîyên her çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd dikin ku pişgirîya rizgarkirina bajarê Musulê bikin.

Li gor nûçan û xeberên ku ketine destên me iro 8 Pêşmergên gernas di şer da Şehîd ketine û bi dehan Pêşmerge jî birîndar bun.

Em malbatên Şehîdên doza pîroz û gelê xwera ra sersaxîye dixwezin.

Jan û êşa malbatên Şehîdên nemir êşa me ye.

Em şirîkên jan, êş, xem, kul û keserên gelê xwe ne.

Em, birîndarên xwe ra tendûrûsitîyên bi lezgînî hêvî û daxwaz dikin

19.10.2016

 

HEVKARÎ- Platforma Partîyên Kurdistanî li Almanya

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin