Di protokola Partiya Zafer û Hevpeymaniya Millet de mijara qeyûman bi merc cih girt

Di protokola Partiya Zafer û Hevpeymaniya Millet de mijara qeyûman bi merc cih girt

.

A+A-

Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag ragihand ku ew dê piştgiriyê bidin berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û di protokola Partiya Zafer û Hevpeymaniya Millet a piştî civîna her du aliyan hat belavkirin de mijara qeyûman bi merc cih girt.

Di protokolê derbarê danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê de jî xalek hebû. Di xala navborî de hat gotin ku “pêvajoya tayînkirina karmendên dewletê li şûna rêveberên rêveberiyên herêmî wê di çarçoveya biryarên edlî de bê domandin” û bal li ser “proseya edlî” hat kişandin.

Di serdema AK Partiyê de bêyî ku serî li proseya edlî bê dayîn, rasterast serokên şaredariyan ji erka xwe dihatin wergirtin û li şûna wan qeyûm dihat danîn.

Di protokola ku ji 7 xalan pêk tê di xala 4an de li ser danîna qeyûman de hat gotin, “Li dijî hemû rêxistinên terorê yên ku hebûn û yekparçeyiya dewletê hedef digirin, di serî da FETO, PKK û DAIŞ dê bi awayekî bi bandor û bi biryar têkoşîn bê dayîn. Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, li şûna rêveberên rêveberiyên herêmî yên ku peywendiya wan bi terorê re bi delîlên hiqûqî tê îspatkirin, dê di çarçoveya biryarên edlî de tayînkirina rayedarên dewletê bidome. Dê bi terorê re neyê muzakarekirin, dê têkoşîn bê kirin. Bi ti awayî rê û rêbazên siyasî û hiqûqî yên ku li ser dewleta neteweyî û yekparçeyî ya Tirkiyê ji xwe re dike hedef, destûr nayê dayîn.”

Di Metna Polîtîkayên Hevbeş ên Hevpeymaniya Millet de ku beriya hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokkomarî û Parlamenteriyê di navbera 6 partiyan hatibû îmzekirin de hatibû diyarkirin ku dê danîna qeyûman bê bidawîkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin