Di navbera PDK-Î û hêzên Îranê de şerê tund!

Di navbera PDK-Î û hêzên Îranê de şerê tund!

Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya PDKÎ (HDKA) bi daxuyaniyekê ragihand, li navçeya Bukanê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve di navbera pêşmergeyên wan û çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de şer derket: 4 kuştî û birîndar

A+A-

Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistan-HDKA got: “Li derdora gundê Koke li devera Pîr Mihemed a Bukanê, şerekî giran di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de çêbûye û çar pasdar hatine kuştin û birîndarkirin.”

 

Di daxuyaniya xwe de, Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistan-HDKA diyar kiriye, ku şerê navbera pêşmergeyên wan û Supaya Pasdaran a Îranê şeva bihorî li derdora gundê Koke ya Bukanê derketiye û şer û pevçûn demjimêrekê berdewam bûye.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vî şerî de 4 endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin û birîndarkirin û hêzên Îranê çend kes desteser kirine û zirareke mezin jî gihandine zewiyên çandiniyê yên Koke, Derwêşan û Êskî Bexdayê.”

 

Her li gorî heman daxuyaniyê, “di wî şerî de ti zirarek negihîştiye pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê.”

 

Ev daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya PDKÎyê di demekê de ye, ku heta niha Supaya Pasdaran a Îranê ew nûçe ne red kiriye û ne jî piştrast kiriye.

 

Di heyama sê salên bihorî de, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê qonaxeke nû ya xebata siyasî û çekdarî bi navê Rasan û bi dirûşma têkelbûna xebata bajar û çiya dest pê kiriye, ku pêşmergeyên wê partiyê dem ne demekê li sînorê bajar, navçe û bajarokên ciyawaz ên Rojhilatê Kurdistanê derdikevin û çalakiyan dikin. Di encama wan çalakiyan de jî, heta niha çendîn caran şer û pevçûnên tund di navbera pêşmergeyên PDKÎ(HDKA) û hêzên Îranê de çêbûne.

 

Di çend rojên bihorî de jî, li bajarên Şino, Pîranşar û Serdeştê şer û pevçûnên tund di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Îranê de çêbûbûn, ku her du alî li ser wan pevçûnan amarên ciyawaz li ser hejmara kuştî û birîndarên hev belav kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin