
Tirkiyê herêma Efrînê bombebaran kirin
Balafirên şer yên Tikiyê çend navçeyên herêma Efrînê bombebaran kirin.
A+A-
Şevê din balafirên şer ên Tirkiyê çend xal li ser rêya sereke ya di navbera Cindrês û navenda bajarê Efrînê de herwiha çend xal li navçeya Reco bombebaran kirin.
Heman balafiran nêzîkî gundên Xalte û Miskê yên ser bi navçeya Cindrêsê bombebaran kirin.
Di derbarê ziyanan de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin