Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 4.

A+A-

Koma Abdullah OCALAN di sala 1974an de ji ”Dev – Genc” veqetîya û di sala 1978an de PKK´ê damezrand. PSK-T PDK-Îran, YNK-Irak û PDPKS tim bihevre bûn û di sala 1980î de ji bo yekitiya hemû welatparêzên kurd helwesteke neteweyî wergirtin, lê Partiya Komûnist a Iraq û Partiya Komunîst a Sûrîyê bi wan leyîst û ev yekitî rawestîya. Di salên 1975 - 1979 de, tekoşîna ji bo rizgariya neteweyî ya kurd pir çalak bû. Ji bo têgihiştına vê serdema tevlihev, têr nake ku mirov tenê bi perspektîfekê li mijaran binêre, divê bi gelekî perspektîvan l i sala 1975ê mêze bike. Peyvên "îlkel milliyetçî, feodal, bûrjûva û serokeşîr. Têkçûna tevgera Barzanî ya sala 1975ê têkçû, lê Angola, Kamboçya, Laos, Mozambik, Vietnam û gelekî neteweyên bindest rizgar bûn. Kemal BURKAY ev e:

1. Vegera Kemal BURKAY projeya AKP´ê / Erdogan bû.

2. Kemal BURKAY mîna serokên tirk ên siyasî nexweşê desthilatdarîyê ye.  Ev genitîkî di kestîya Kemal Atatürk de jî hebû. Nimûne, Padîşahê III Mehmed 19 birayên xwe kuştin ji bo desthilatdarîya xwe, lê ew mîna serokekî xwînrêj derbasî dîrokê bû. Ev bûyer di sala 1603an de diqewiye. 

3. Kemal BURKAY ne serokekî guhastbar (transformatîv). Rêberên naskirî yên bi serokatiya guhastbar John D. Rockefeller, Henry Ford...

4. Kemal Burkay ne rêberê empatiyê ye.

5. Kemal Burkay ne rêberê demokrat e. Lê ew "auktorîter" e. Rêber ew e ku rêya rast dizane û rê nîşan dide. 

6. Kemal Burkay mîna sala 1970î înternasyonalîst e û ew Kemalê berê ye.  Mirov bi xwe li gorî demê dihê guhartin û tiştên nû fêr dibe. Kurdên înternasyonalîst du kom in, herdu kom jî bi piranî antî kurd in:

1. Kurdên înternasyonalîst ên îslamîst

2. Kurdên înternasyonalîst ên komûnîst

Mohandas Karamchand Gandhi peyva Satyagraha" bikardianî ji bo tekoşîna xwe ji bo serxwebûna Hindistanê li dijî Bratenîya Mezin û berê vê rêbara xwe li Başurê Afrîkayê ceribandibû. Rêya rastiyê "satyagraha" di pratîkê de ji berxwedana bêşer e . Peyva "satya" dihê wateya rastî n" û "Agraha" "pê girêdayî" be. "Ahimsa" bi zimanê sanskrîtî dihê wateya ku divê mirov yekî/yekê nekuje û zordariyê bikarnehîne.

Serokatîyekî Veguherîner Pêwîst e

Serokekî transformatîv li wir her kes xwedî derfetek e û her kes ji bo heman armancê hewl dide. James Macgregor Burns lêkolînerê siyasî û nivîskarekî amerîkayî û avakarê teorîya "transformatîv"ê ye. Serokatîya transformatîvê roleke avakar, zimanekî çêker, produktîv û xweşîya jîyanê girîngtir dibîne. Serokatîyeke veguherîner (transformatıv) çi ye? Yanî rêberê veguherîner çi ye? Ez çawan dikarim bibim serokekî veguherîner? Dîtînên Burns dihê wateya ku "transaktîv" û transformatîv" du serokatîyên ku li dijî hevûdu ne (Bass, 1985; Yuk, i 2005). Rêberê/rêbera transformatîv giranîya xwe dide ser îndivîduyalîzm û pêşveçuna kesan (Bass, Avolio, Jung & Berson 2003). Li gorî Stewart (2006) dabeşkirin û parvekirina desthilatdarîyê bingeha siyaseteke baş diafirîne. Serokatîya "transformatîvê li ser 4 nuxteyan radiweste:

1. Motîvasyona îlhamê...

2. Ragihandina dîtin, hizr, raman...

3. Nirxandina karê siyasî yê kesane.

4. Karê bi mantik "logik" yê rewşenbirî.

 

Kemal BURKAY, Îbrahim GÛÇLÜ û Mesud TEK neguharbar (transaktîv) in û ew mirovên dema berê ne û ew nikarin ji kurdan re serokatîyê bikin. Ji bilî vê jî, Murad CIWAN, Kemal BURKAY û îbrahîm GÜÇLÜ bi sıyaseta AKP´ê ve hatibûn xapandin û aqil didan kurdan, herçendî niha dev ji siyaseta AKP´ê berda bin jî, ne bes e. Mentalîteyên Deniz Baykal, Dewlet Bahçelı, Kemal Kılıçdaroglu û kêm-zêde yek in. Lê Recep Tayyip Erdogan hinek ji wan cuda ye û ew di rastîya xwe de neoosmanîst, megaloman, egosentrîst, mîtoman, etnosentrîst, dogman û asimilasyonîst e. Bi gotineka din turkistekî kurdkuj e. Deniz Baykal, Dewlet Bahçelı û Kemal Kılıçdaroglu kemalîst in. Deniz Baykal, Dewlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kılıçdarolgu hemû bi sîstema dewlet û leşkerên xwe ve terorîst in. Dewleta tirk a dagirker terorîst e û bavê teorîstan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e. Ne tenê Recep Tayyip Erdogan antîkurd e, dewlet bixwe û dezgehên wê bi giştî jî antîkurd in.

Wê bidome...

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 3.

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 2.

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 1.

Önceki ve Sonraki Yazılar