Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 2.

A+A-

PDKT, 1971 û KÎP, PSK-T, PDKT-KUK, UKO/ PKK

Hemû partî û rêxistinên kurd mîna çepên tirk bûn û ew li dijî AMERÎKA, ÎSRAÎL û EWROPA´yê bûn. Lê di rastîya xwe de dostên kurdan AMERÎKA, ÎSRAÎL û EWROPA bûn. Di salên 1970î de xortên kurd ên zanîngehan dibin bandora kemalîzmê de cîhên xwe di nav çepên kurd de girtin, lê ew kopiya kemalîzmê bûn. Partî anku rêxistinên kurd çep ev bûn:  PSK-T, RIZGARÎ, ALA RIZGARÎ, TEKOŞÎN, KAWA, DENGÊ KAWA û PDK T/KUK. PDKT-KUK di navbera salên 1977 û 1989an de pir pêşve çû û geş bû, lê piştî darbeya sala 1980î ku kadroyên wê li Sûriyê bûn penaber, hingê partîya Komunîst û çepên tirk û ereb pê leyîstin.  Teslim Tore (yek ji birêvebirê THKO, TKEP, BSP û ÖDP” yê bû), Partiya Komunîst a Sûrîye û Partîya komunîst a îraqê bi T-KDP-KUK/RNK-ê leyîstin û wê perçe kirin. Navê komekê wê” bû KUK-SE.

Omer Çetîn avakarê DDKD, koma Dr. Şıvan / PDK-T, 1971 û KÎP´bû. Rizgarî di sala 1974an de hat avakirin û ev kes hebûn: Muntaz  KOTAN, Ruşen ARSLAN, Mehmed UZUN, îbrahîm GÜÇLÜ…  îsmalîl BEŞIKÇÎ jî dostekî wan bû. Rizgarî di sala 1978an de dibe 2 kom. Ruşen ARSLN, Recep MARAŞLI, Orhan KOTAN, Mümtaz KOTAN… ALa Rizgarî: Îbrahîm GÜÇLÜ Hatice YAŞAR û Îkram DELEN. Îbrahîm GÜÇLÜ koma xwe bi Hatice YAŞAR û Îkram DELEN avakir. Ev komeke Marxsîst, Lenînîst û Stalîst bû û bi pêşniyaza Jalal TALABANΠ avabû. Li gorî hizra Îbrahîm Güçlü ya wê demê, TKDP (Partiya Demokrat a Kurdistanê/ PDK-T) ketîye bin kontrola MÎT´ê û ji ber vê yekê ew nikare bi PDKT ´ê re kar bike. Serokê Ala Rizgarî Îbrahîm GÜÇLÜ û serokê PSK Kemal BURKAY berê antî BARZANÎ bûn û bi serkeftina AKP´ê ve xwe nêzikê wê kirin.  PKK ”UKO” çawan çêbû û bihêz bû? APOCULAR anku”UKO” 1974? PKK di sala 1978an de li gundê Licê Fis´ê çêbû anku di sala 1974an li Enqerê çêbû?  Abdullah Ocalan yek ji damezrênerên Komeleya Perwerdehiya Bilind a Demokrat bû ku ew komele di sala 1974an de li Enqerê hate damezrandin û hizra damezradina PKK/UKO´yê ji nav wê komeleya çepên tirk derket û piştre bi hawayekî din li gundê Licê, Fîs di sala 1978an de PKK avabû (di beşa duhemîn de, ez dê behsa PKK´ê bikim).

Em dê çawan bikaribin rastîya ku di pişt paşbingeha SIRa damezrandina PKK´ê de hebê/heye, têbigihîjin? Em çawan dikarin di derbara damezrandina wê de rastîya rasteqînî bizanibin?

HDP, PYD û PKK, YNK…

HDP, PYD û PKK behsa biratiya gelan dikin û bi vê pirsê ve girêdayî ew dixwazin li Tirkiye, Iran, Sûrîye û Iraqê bikin dewletên demokrat, lê ev raman ne ”logik” e ne jî li gorî zanîstîyê ye. Heke kurd deh hezar sal jî, bijî bawer nakim ku hêmanên ereb, tirk û faris dê bibin demokrat û şaristanî. Ji ber vê yekê, di zanista siyasî de rastiya biratiya gelan a neteweyan tune ye, lê di navbera gelan anku neteweyan de; têkilîyên maf, dad û hevaltîyê dikarin hebin. Ev pir xwezayî ye. Cîranekî kurd yê tirk/ereb dikare pir baş e. Di mijara dagirkirina Kerkûk´ê de YNK, Goran, PKK bi hevre helwest girtibû û di navbera wan de peymaneke nivîskî hebê.

Wê bidome....

 

Önceki ve Sonraki Yazılar