Di civîna rojnamevanî de di navbera Çavuşoglu û Dendias de nîqaş derket

Di civîna rojnamevanî de di navbera Çavuşoglu û Dendias de nîqaş derket

.

A+A-

Wezîrê Karûbarên Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias, do Pêncşemê serdana Enqerê kir û piştî civîna bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, bi hevtayê xwe Mevlut Çavuşoglu re civiya. Dendias û Çavuşoglu, piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û  di civîna rojnamevanî ya hevbeş a di navbera Çavuşoglu û Dendias de nîqaş derket.

Di civîna ku bi hêviya vekirina rûpeleke nû destpêkirî de, rexneyên Dendias ên li hemberî Tirkiyê, Çavuşoglu aciz kir. Her du wezîran, li ser mijarên weke mafên pêkhateyan, Derya Ege, bêçekkirina giravan û Rojhilatê Deryaya Spî li hemberî hev devjenî kirin.

Dendias diyar kir: “Tirkiye eger li ser binpêkirina mafê serweriya Yunanistanê berdewam bike, dibe ku dorpêçên Yekîtiya Ewropayê bêne rojevê.”

Li hember wî Çavuşoglu da zanîn: “Tawanbarkirina Tirkiyê li ber çavên raya giştî nayê qebûlkirin. Me hewl da bi awayekî dostane tevahiya mijaran gotûbêj bikin û me peyamên erênî dan, lê eger hûn li hember medyayê welat û miletê min tawanbar bikin, em jî neçar in bersiva vê yekê bidin.”

Çavuşoglu herwiha berdewam kir û got: “Em li Tirkiyê pêkhateyên Ortodosk ên Rûm qebûl dikin, lê hûn kesên ku dibêjim em Tirk in wan qebûl nakin û dibêjin hûn ne Tirk in. Ev ne helwesteke mirovî û ne jî demokratîk e. Tu hewl didî ku dersa mafê mirovan bidî min, lê hûn rê nadin ku pêkhateyên Tirk navê Tirk bikar bînin. Di mijara Libyayê de hinek nêrînên me yên cuda hene. Li vê derê li hemberî medyayê te xwest ku Tirkiyê tawanbar bikî. Ez vê yekê qebûl nakim.”

Dendias jî bersiva Çavuşoglu da û  eşkere kir: “Nabe ez weke ku tiştek li Rojhilatê Deryayê Spî nebûye xwe bêdeng bikim. Tirkiye him li Ege û him li Rojhilatê Derya Spî binpêkariyan dike.”

Çavuşoglu li ser vê mijarê dîsa axivî û destnîşan kir: “Eger hûn dixwazin ev rakêşî berdewam bike, em jî dê berdewam bikin. Em baş dizanin Yekîtiya Ewropa yan jî welatên din ên ku hêviyên wê jê hene dixwazin çi bikin. Em dê vê yekê gotûbêj bikin? An jî li ser şer berdewam bikin? Em bawer in pirsgirêk bi rêya diyalogê dikarin çareser bibin.”

Herî dawî Wezîrê Derve yê Yunanistanê jî li hemberî Çavuşoglu diyar kir û got: “Em dixwazin rojeveke pozîtîv çêbe. Kesek heye bibêje îro ji aliyê din ê giravan gef nîne? Bi min kes nîne. Dema we karê Yekîtiya Ewropa û em fam kirin wê demê ev pirsgirêk dê bêne çareserkirin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin