Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê êrîş şermezar kirin

Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê êrîş şermezar kirin

.

A+A-

Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

"Armanca van êrîşan, têkbirina asayîş û îstiqrarê ye" 

 Kurdistan24 Hewlêr   11 Demjimêran

      

Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyaniyeke hevbeş de, êrîşên terorîstî yên ser bajarê Hewlêr û Bexdayê şermezar kirin û tekez dikin ku armanca van êrîşan, têkbirina asayîş û îstiqrarê ye.

Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin: “Ev destdirêjiyên metirsîdar ku di van demên dawî de li dijî Hewlêr û deverên din hatin kirin, dikevin çarçoveya destdirêjkariya terorîstî ya rêxistinkir, ku asayîş û îstiqrara Iraqê û di nav wê de jî asayîşaHerêma Kurdistanê kiriye armanc û ji bo jinavbirina aştiya civakî û çandina tovê duberekî û têkelkirina kartan hewldanek e.”

Hat diyarkirin: “Em tevî şermezarkirina wê kiryara tawankariyê, tekez dikin ku ew destdirêjî hewlên mayepûç in ji bo gihandina zirarê bi wan pêşketinên erênî yên di pêwediyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de derketine holê, bi taybetî ji aliyê hemahengiya ewlehiyê ya asta bilind a navbera herdu aliyan ve.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ew hemahengî û hevkarî û temamkirina hev dê berdewam bibin ji bo desteberkirina asayîş û silametiya welatiyan û rûbirûbûna wan hewlên ku ji bo derxistina alozî û jinavbirina îstiqrara ewlehiyê têne dayîn.”

Hat destnîşankirin: “Her du wezaretên navxwe yên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî tekezî li ser wê yekê kirine, ku desteberkirina asayîşa Iraqê li hember van cûre destdirêjiyan, berpirsyariya vê dikeve stûyê Hikûmeta Federalî û saziyên fermî yên nûnertiyê dikin û di nav wan de jî hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê.”

Di dawiya daxuyaniyê de tê diyarkirin: “Tîma lêkolînê dest bi karên xwe kirine û erkê wan li gor fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî; hemû wan kes û aliyên ku destê wan di wan êrîşan de heye, eşkere bikin û bînin ber dadgehê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin