“Di arşîva wî de 5 hezar materyalên ragihandinê hene”

“Di arşîva wî de 5 hezar materyalên ragihandinê hene”

“Di arşîva wî de 5 hezar materyalên ragihandinê hene”

A+A-

Kedkar û dildarê ragihandina kurdî, nivîskar û rewşenbîr Cemal Xeznedarê birayê edîbê gewre Marûf Xeznedar xwedanê dewlemendtirîn arşîva rojnamevaniya kurdî ye.

16.06.2016

Mihemed Dergeleyî

BasNûçe - Kedkar û dildarê ragihandina kurdî, nivîskar û rewşenbîr Cemal Xeznedarê birayê edîbê gewre Marûf Xeznedar xwedanê dewlemendtirîn arşîva rojnamevaniya kurdî ye. Ew 60 sal e rojname, govar, belavok û materyalên ragihandina kurdî kom dike. Piraniya temenê xwe de bi vî karî ve mijûl bûye û herwiha ji bo bidestxistina van hemû materyalan, li gelek welatên cîhanê jî geriyaye. Niha li mala wî, zêdetirî 5 hezar rojname û govarên cûda yên kurdî û herwiha hejmarên wan ên cûda hene. Ew van belgeyan weke mîrasek mezin radike û dixe xizmeta karê ragihandina kurdî. Xeznedar derbarê çawaniya karê xwe, xebatên xwe yên komkirina vê arşîva berfereh û astengiyên ku pêre rû bi rû maye, ji bo BasNûçe’yê axivî.

Cemal Xenedar nivîskar û rewşenbîrek navdar ê Başûrê Kurdistanê ye. Li gel karê rewşenbîrî, ew xizmetkar û dildarekî mezin ê ragihandina kurdî ye jî. Mala Cemal Xeznedar a li Hewlêrê, pirekî ye di navbera govar, rojname û belavokên kevin ên kurdî de. Di arşîva wî de hajmarên hindek rojname û govaran heye ku li ti deverê peyda nabin. Lê, cihek wê yê taybet nîne ku van belgeyên dîrokî lê pêşan bide û bikare bixe xizmeta xwedan pêdiviyan. Lewma amaje bi rewşa mala xwe û nebûna cihekê weke mûzexaneyê dike û dibêje: “Ev e rastiya rewşa turas a kurdan e, çawa dibe ku wiha be?”

Nivîskar Cemal Xeznedar li Bexdayê dest bi komkirina materyalên kurdî dike. Xeznedar derbarê destpêkirina karê komkirina arşîva rojname, govar û materyalên kurdî wiha dibêje: “Di sala 1958’ê de mala me li Bexdayê bû. Malbata me rewşenbîr û kurdperwer bûn. Dayik û bavê min rojname û govarên kurdî dixwendin. Ji bo min ew berhemên ragihandina kurdî gelek bi nirx û giranbiha bûn. Ji lewra bo min bû hezek mezin û min dest bi komkirina van materyalên ragihandina kurdî kir. Wê demê rojname û govarên weke; Hawar, Jîn, Jiyanewe, Roja Kurdistanê û Banga Kurdistanê derdiketin. Min bixwe jî dil dabû wê yekê ku rojekê ez jî rojnameyekê derbixim. Lê wê demê bo wê zû bû û min bi komkirina rojname û govarên li ber destê dayik û bavê xwe destpê kir. Daxwaza min hebû ku ez van belgenameyan kom bikim û mûzexaneyekê ji bo wan vekim da ku ev pelên dîrokî wenda nebin. Komkirina van belgeyan jî bo min dibûn dewlemendiyek bo arşîva min. Herwiha ji Hewlêrê jî rojname û govar bo min dihatin û min li wir jî ev materyal kom dikirin.”

“Di arşîva min de 5 hezar materyalên ragihandinê hene”

Xeznedar diyar dike ku ligel dilsoziya ji bo ragihandina kurdî, ji ber komkirina vê arşîvê gelek caran rastê arişe û pirsgirêkan hatiye. Ew diyar dike ku gelek caran jî ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Iraqê jî hatiye binçavkrin û ketiye bin jêpirsînan. Lê nexweştirîn rûdan bo wî ew bû ye ku agir gitiye malan wan û beşek mezin ê vê serweta arşîvê jî di gel de şewitî ye. Xeznedar wiha behsa wê mijarê dike: “Roja 8’ê Sibata sala 1963’ê, mala me ya li Bexdayê agir girt û beşek mezin ê male şewitî. Wê demê ez ji aliyê rejîmê ve hatibûme girtin û di girtîgehê de bûm. Li gel mala me, beşek mezin ê vê arşîva min jî şewitî. Bi rastî ev bûyerek gelek diltezîn bû û arşîva min jî zirarek mezin dîtibû. Ew roj bo min nexweştirîn roj bû.” Xeznedar dibêje piştî vê rûdanê ew ji vê daxwazê sar nabûye û piştî demekê wî carek din dest bi komkirina rojname û govaran kiriye û wiha pêde diçe: “Piştî şewitîna arşîva min, bi qasê 5 salan min nekarî vî karî bikim. Lê di sala 1968’ê de min carek din dest bi komkirina arşîva rojname û govarên kurdî kir. Li Bexdayê, Ewropayê û niha jî li Kurdistanê jî karê xwe berdewam dikim. Niha di arşîva min de nêzîkê 5 hezar rojname û govarên cûda û herwiha hejmarên cûda yên van materyalan hene. Arşîva min ya li Bexdayê li mala me bû. Paşî ez çûme Ewropa. Li wir jî min heman awayî ev belge kom kirin. Weke mînak tenê li Swêdê 133 govar û rojnameyên cûda yên kurdî derketine û min ew kom kirine. Ez vê arşîva xwe hemûyî weke bingeha Ansîklopediya Rojnamegeriya Kurdî, bi nav dikim.”

Xeznedar diyar dike ku di sala 1970’ê de li Bexdayê biryar dide ku govarekê derbixe û wiha behsa wê yekê dike: “Di sala 1970’ê li Baxdayê min biryar da ku bi derfetên xwe govarekê kurdî çap bikim. Govara me ya bi navê Deftera Kurdî derket. Jixwe jiber rewş û derfetên wê demê tenê me karî em 3 jimareyan derbixin. Sernivîserê govarê Merûf Xeznedarê birayê min ê mezin bû. Ez jî xwedanê îmtiyaz û rêveberê nivîsînan bûm. Di çapa yekemîn de min di bergê govarê de rengê sor bikaranî bû. Dema min ev hejmar da nîşa birayê xwe Merûf, bo min got; ‘dest ji rengê sor berde.’ Hûn dizanin, sor rengê ala hemû tevgerên komûnîst e. Mebesta wî ji rengê sor komûnîzm bû. Hingî min jî jê re got; ‘Min biryar daye ku di jimarek din de rengê kesk bikar bînim, di hejmara sêyem de jî ezê rengê zer bikar bînim. Min divê bi van sê jimareyan rengên Ala Kurdistanê bikar bînim û Ala Kurdistanê çêbikim.’ Ji xwe wesa jî bû, di herdu jimarên din de jî me di berga Deftera Kurdî de rengên kesk û zer bikaranî. 

Cemal Xeznedar di wan serdeman de li Baxdayê yekem pirtûka xwe jî li ser rojnamegeriya kurdî dinivîse; “Di sala 1973’ê min pirtûkek bi navê ‘Raberê Rojnamegeriya Kurdî’ nivîsî. Ev pirtûk bi zimanê kurdî, erebî û îngîlîzî hate çapkirin. Wê demê tenê 153 nimûneyên wî li ber dest dabûn. Paşî carek din me cap kir û niha nêzîkê 5 hezar nimûneyên din li ber destê me ne. Li zanîngeh û dibistanên Kurdistanê gelek xwendekar û akademîsyen ji bo nivîsandina waneya master û doktorayên xwe, herwiha ji bo karên xwe yên komkirina zanyariyan, sûdê ji vê pirtûkê dibînin û ajame pê dikin.”

Derbarê anîna arşîva xwe bo Kurdistanê jî Xeznedar dibêje wî ji bo vî karî name ji Barzanî û Talabanî re şandiye û wiha behsê dike: “Di sala 1997’ê de li Almanya bûm. Min ji wir nameyek ji bo Birêzan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re hinart. Min di nameyan de daxwaza alîkariyê ji wan kir da ku vê arşîva xwe rizgar bikim û ji Bexdayê vegûhezim Kurdistanê. Wê demê nêrîna Mam Celal ew bû ku arşîv û mûzexaneya min li Bexdayê bimîne baştir e. Bi xweşhalî Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî bersiva min da û got ku ji bo pêkanîna pêşniyara min ew amade ne hemû awayê hevkariyê bikin. Lê wê demê dîsa me derfet nebû ku em mûzexaneyê bînin. Piştî hilweşandina rejîma Saddam di sala 2004’ê çûme Bexdayê û arşîv tev de li kamyonê bar kir û anî Hewlêrê. Ji hingî ve arşîv di mala min de ye.”

Heta niha şûnek bo muzexaneyê nedîtiye

Xwedanê dewlementrîn arşîva ragihandina kurdî Xeznedar giliyên xwe ji berpirsên RHK’ê jî dike û diyar dike ku biryar hatiye dayîn ku ji bo arşîva wî cihek jê re bê dabînkirin lê hê jî ew cîh ne amade ye û wiha berdewam dike: “Her dem berpirsên RHK’ê û berpirsên partî û aliyên siyasî tên gel min û pêwendiyê ligel min dikin. Lê belê heta niha jî şûnek ji bo mûzexaneyê ji bo min nehatiye dabînkirin. Binerin, li welatê Elmanya bi heman navî mûzexaneyekê min heye û ji aliyê hikûmeta wî welatî ve cîh bo min hatiye dabînkirin. Hikûmet her meh kojmeyek pare jî ji bo xercên mûzexaneyê dide. Lê mixabin, heta niha jî li Kurdistanê cihekê min nîne. Niha biryar dane ku li Kelha Hewlêrê cihek weke mûzexane bidin arşîva me. Ji bo vî me bi awayek fermî destûr jî wergirtiye. Wê navê mûzexaneya me bibe Dezgeha Arşîv û Mûzexaneya Rojnamegeriya Kurdî. Lê dibêjin ji bo avadankirina vê mûzexaneyê pare nîne. Lewma em nikarin mûzexaneyê ava bikin. 

Xeznedar amaje bi wê yekê dike ku niha jî mijûlê amadekirina ansîklopediya bi navê Ansîklopediya Rojnamegeriya Kurdî ye û dibêje ku wê ev ansîklopedî 12 berg be û li got pîtên elifba ya ebcedî be. Xeznedar dide zanîn ku di çarçoveya projeya nivîsandina dîroka rojnamegeriya kurdî de bergê yekem ê ansîklopediyê xilas bûye û bergê duwem jî ji bo çapê amade ye ku wê ev ansîklopedî ji aliyê Zanîngeha Cîhan ve bê çapkirin.

Xeznedar derbarê arşîva li ber destê xwe de agahiyek din ê girîng jî da û diyar kir ku di nav belge û arşîva wî de beyanameyên kevn ên partiyên kurdî jî heye ku ew beyaname niha di arşîva wan partiyan bixwe de jî nîne.

- See more at: http://basnuce.com/ku/news/15959/arsivgere-rojnamegeriya-kurdi#sthash.yVpBFjTM.dpuf

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin