Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dewletbûn, Erkê Her Partî û Hêza Kurdistanî ye!

A+A-

Li Başûrê Kurdistan; aktorên serxwebûna Başûrê Kurdistan, ji bona pêkanîna mafê çarenûsa netewa Kurd û Kurdistan mîna xwebexşan di têkoşînek dîrokî de ne. Pir asteng derketin pêşîya wan û raserî êrîşan hatin. Hin ji hundir û hin ji derve de xwestin ku pêşîya vê gava pîroz bigirin û koletîyê wek "kedera kurdan" bi wan bidin qebûlkirin ku, Kurd û Kurdistan bi qedera xwe razî bibe!

Lê wan aktorên serxwebûnxwazên bi hest, raman û stratejî, di her hewldanên xwe de eşkere kirin ku ewê bi qedera xwe nerazî bin û ji bona netewa Kurd û Kurdistan wê bibin aktorên dîrokek nû. Ev helwestek pîroz e.

Hêzên parêzgerên statûya ser Kurdistan, helbet naxwazin Kurd bibin xwedî qederek nû. Naxwazin bibin xwedî dewlet. Heta ji wan were van hewldanên aktorên serxwebûn a Kurdistan asteng bikin. Ev têt fêmhkirin. Dijminin û naxwazin yeka kurdan bibe dudo. Hewlên wan neyarîya sedan salan e.

Lê malxerabîyek heye ku bingeha wê li Kurdistan e. Bi xwîna kurdan, bi keda kurdan, li ser dînamîkên kurdan xwedî bandore û bi vê bandora xwe dixwaze vê gava pîroz asteng bike û bêqîmet bike.

Ji hewlên dijminan bêtir, divê Kurd hesabê van bikin. Ji ber ku evana li gor programa dijminên Kurd û Kurdistan tevdigerin. Tiştên ku dijmin eşkere nake, bi van dide gotin û kirin. Dikarin li gor xwestinên dijminên Kurd û Kurdistan, bibin sebebê bêîstîkrarîyek mezin.

Her çiqa ev hêzên ku li ser "dijminatîya birêz Mesud Barzanî" dixwazin van karesatan bimeşînin, di warekî de armanca wan û yên dijîtîya dewletbûna kurdan dikin, dibe yek. Ew jî "pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan û bêqîmetkirina referandûmê" ye.

Cûreyek ji wan li derdorê Tevgera Goran li angora xwestinên vê tevgerê helwestê digirin. Ava ku di cîhoka van re diherike, li cîhekî din, dikeve ser ava Tevgera Goran û xwînê dide helwesta pêşîlêgirtina referandûma serxwebûna Kurdistan. Di herêmê de dibe sebebê xurtkirina bandora Îran-Nûrî El Malikî û tirkan.

Ev hêz bi ti haweyî nêzîkî dan û stendinên nav hêzên netewî yên kurdan nabe û beşdarbûna xwe wek qoz li henber daxwazên hewldanên netewî û yekgirtî bikartîne.  Dixwaze bi zorê xwestinên xwe bide qebûlkirin. Bi van hewlên xwe gava îradeya netewî binpê dike û tenê xwestinên xwe li ser herkesî ferz dike. Edresa wan, wargehê dijminatîya aktorên serxwebûnê ye, lê di eslê xwe de dijminê serxwebûnê ne. Naxwazin ku İraq perçe bibe û Kurd bibin xwedî dewlet. İraq, federasyonê û makezagona İraq wek edres pêşniyarî me dikin.

Curêyê din PKK û derdorê wê ne. Ew bi şiweyek vekirî û eşkere dijitîya dewletê dikin û naxwazin ku Kurd bibin dewlet. Bi îdeolojîyek seqet bêdewletbûnê diparêzin û dibêjin "kar û hewldanên dewletbûnê armancek pir xerabe"(!) û divê pêşîya van hewldanan bên girtin. Ev stratejî a Îran û dijminên kurdan e û bi hawayekî eşkere Îran dixwaze vê hêzê li henber daxwazên netewa Kurd û Kurdistan bikar bîne.

Hin li Başîrê Kurdistan û hin li hersê perçeyên din yên Kurdistan û hin jî li dîyaspora Kurdistan, coşek pir mezin ji bona referandûma serxwebûna Kurdistan heye. Ji bona xwedîlêderketina vê gava dîrokî, divê her kurdê xwedî daxwaz, dozdarê serxwebûnê, bi çavê "piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistan" li xwe nenêre. Kurd nabin ku"piştgirê serxwebûnê" bin. Ew kevirên avakirina mala Kurd û Kurdistan in. Xwebexşê doza rewa a netewa Kurd û Kurdistan in. Divê xwe ne wek "piştgirwek dozdarê dozê, xwebexşerên dozâ Kurdistan bibînin.

Di vî warî de her Kurd xwedîyê dozê ye. Her partî, rêxistin û sazî, komelên serxwebûnxwaz, pergalên doza rewa a netewa Kurd û Kurdistan in. Di geşkirina agirê azadîya netewa Kurd de xwedî erk û xwedî heqin. Divê bi hestekî Kurd û Kurdistanî xwedî li erkên xwe derkevin.

Dîrokê cara yekeme ku ev firset derxistîye pêşîya Kurd û Kurdistan. Li her beşên Kurdistan, hêz û partîyên Kurdistanî di bin vî barê pîroz de xwedî rolên serete ne.

21.06.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin