
Koçberên ji Serê Kaniyê hişyariyê didin: 'Zivistaneke dijwar li pêşiya me ye'
.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco ragihand ku bi hatina zivistanê re rewşa koçberên li kampan dijîn zehmettir dibe û heta niha ti amadehî ji bo zivistanê nehatine kirin.
Mihemed Haco Hisîçayê (Hesekê) bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û rewşa dawî ya koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî yên ku piştî dagirkirina herêmên wan di kampan de dijîn nirxand.
"Rewşa koçberan çar caran zehmettir dibe"
Mihemed Haco diyar kir ku jiyana li kampan di her demsalê de zehmet e lê bi hatina zivistanê re rewş xerabtir dibe û got:
"Em wekî ku hûn dizanin dikevin demsala zivistanê. Bi deh hezaran koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê li herêma Cizîrê belav bûne.
Rewşa xelkê me yê koçberkirî li kampan çar caran zehmettir dibe.
Ne tenê di demsala zivistanê de, di demsala havînê de jî bi germahî, kêmbûna av û elektrîkê derbas dibe.
Lê di demsala zivistanê de êş û azarên wan zêdetir dibin, bi taybetî ji bo zarokan. Rewşa bajarê Hesekê bi xwe jî gelekî dijwar e û sermayeke hişk lê heye.”
“Pirsgirêka me ya sereke mazot e”
Mihemed Haco bal kişand ser kêmbûna sotemeniyê û anî ziman ku heta niha ji bo dabînkirina mazotê ti gav nehatine avêtin û got:
"Pirsgirêka me ya sereke mazot e. Heta niha amadehî ji bo belavkirina mazotê nehatiye kirin. Rêxistinan soz daye lê tiştekî şênber nîne.
Mîqdara ku par hat dayîn, rojane 5 lître mazot bû ji bo her malbatê ku ew jî têra tiştekî nake.
Çadireke naylon di wê sermayê de bi 5 lîtreyan germ nabe. Dema te sobe vêdixist, hema vedimirî. Ji ber vê yekê xelk neçar dimîne ku bi pereyên xwe mazotê bikire."
"Ji 7 salan ve konên koçberan nehatine guhertin"
Wî her wiha diyar kir ku konên ku koçber di wan de dijîn kevn bûne û ev 7 sal in nehatine guhertin:
"Ji dema dagirkirina Serê Kaniyê heta niha, ev 7 sal in, konên xelkê nehatine guhertin.
Kesê ku derfeta wî hebe, bi pereyên xwe konan dikire lê yê ku derfeta wî tune be rewşa wî gelekî xerab e.
Konên wan qetiyane. Dema baran dibare, av derbasî nav konan dibe."
"Hikûmeta Sûriyeyê van kampan nas nake"
Mihemed Haco da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê ti alîkariyê nade û got:
"Hikûmeta Sûriyeyê heta niha van kampan nas nake. Wekî beriya rûxandina rejîma Esed, rê nedida ku UNICEF û rêxistinên navneteweyî yên ku serperiştiya kampan dikin derbas bibin. Heta niha ne serdanek kiriye ne jî alîkarî şandiye. Berevajî vê, astengiyan jî derdixe.
Me bi Mezlûm Ebdî re hevdîtinek kir. Wî got ‘Me Serê Kaniyê tim xistiye rojeva xwe lê hikûmeta Sûriyeyê ev yek ji me re got ku Serê Kaniyê ne di destê wan de ye, di destê Tirkan de ye û Tirk li wê derê hakim in û xwedî biryar in.’"
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin