Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Destdirêjî ya Tirkîye-Îran û Dînamîkên Kurdistan!

A+A-

Tirkîye û Îran, raser dest dirêjî nav pirsgirêkên başûrê Kurdistan dikin û armanca wan ewe ku bi dînamîkên Kurdistan re mudaxil bin. Di virde pirsgirêkên ku PKK, Tevgera Goran, Îslamî (Yekgirtu) û beşek ji YNK  derdixe, îşareta di xizmeta vê armancê de ye. 

PKK-PYD ji dêlva bi hêzên ENKS û Başûrê Kurdistan re lihevhatinan çêke, hevsarê xwe xistîle destê Îran û bi Surîye û Rusya re birêdikeve. Ev tê wê wateya ku bi Kurdan re parvekirina iktîdarê red dike û bi dijminên Kurdan re rêkevtinê diparêze. Redkirina daxwazên netewî, redkirina Ala Kurdistan, geşkirina dijminatîya Başûrê Kurdistan, mînakên vê helwestê ne. Ku li henber netewbûna kurdan, bidestxistinên kurdan bûne pirsgirêkên gewre ne.

PKK û Tevgera Goran, di dema êrîşên DAİŞ î ser herêma Başûrê Kurdistan de, bi helwestek tûn, bi çalakîyan û bi çapemenîyek zimandirêj, bi dezînformasyonan  êrîş anîn ser Başûrê Kurdistan. Bûn sebebê kûrkirina nakokîyên siyasî di navbera dînamîkên Kurdistan de. Rê dan Nûrî El Malikî ku di ser Tevgera Goran û YNK re dest dirêjî nav qeyranên Kurdistan bike.

Îro sebeba hebûna hêzên PKK li Şengal, Maxmûr û derdorê Kerkuk, Halepçe, yek ji van karesatên YNK û Tevgera Goran bi xwe ne. Bi nîyeta ku PKK wek çek li henber PDK bikar bînin, hiştin ku PKK têkeve derdorê Kerkuk, Silêmanî û Halepçe. Ev hêz bûn sebebên ku PKK ji bona van deveran, di armancên Îran de  bibe xwedî bernameyek neyênî û xerab. Her ku diçe di van herêman de PKK serêşandinê geş dike!

Di herêmê de ev hewldanên Îran di ser hinek dînamîkên Kurd re berdevam e. Bi destekî qirêj, mûdaxîlê qeyran û nakokîyên  nav Kurdan dibe. Lê Îran jî baş dizene ku paşeroja Başûrê Kurdistanê bi hemû şêweyekê xwedî  garantîyeke navdewletî ye û wê li henber Îran bêt  parastin. Ji ber vê rastîyê jî Îran; raser nabe mûdaxil, bi destê hinek dînamîkên Kurdistan nakokîyê partîzanî bikar tîne.

Di Başûrê Kurdistan de avakirina hevkarîyek netewî, bi her haweyî wê pêşî li destdirêjî ya Îran bigire. Wê pêşî li ber hesabên piçûk û berjewendîyên hizbî bigire. Wê bingeha helwestek netewî li henber dijminan derxe holê.

Di pêşîlêgirtina van destdirêjî yên Îran de, du dînamîkên Kurdistan yên serete, wek PDK û YNK eger hewldanên navbera xwe bilez bikin û helwestek netewî derxin holê, cîhê destdirêjî  ya Îran teng dibe. Bi her haweyî helwesta PDK û YNK ji bona pêşeroja Kurdistan û çareserkirina van qeyranên navxwe, pir girînge.

Di biryara Meclîsa Kerkuk a „dardakirina Ala Kurdistan" de ev helwest pir zelal hat ber me: Bi yek helwest ev biryar hat girtin. Yên ku li henber vê biryarê derketin, Ereb û Tirkmenên ku bi tirkîye û Îran re têkildarin û hesabên siyasî, destdirêjî bûn. Di çareserkirina pir pirsgirêkan de ev helwest dikare berdewam be. Heta ku Kurd di nava mala xwe de ne yekrêz bin, nikarin daxwaza garantîyek navdewletî bikin.

Pirsa referandomê li Kurdistanê pir giringe û divê ev pirs li Kurdistanê zelal bibe. Ji ber ku bi vê gavê ve, dikare hemû pirsgirêkên navçeyên bi pirsgirêk bên çareser kirin, ku di nav wan de Şingal û Kerkûk û derdorê Musil jî heye. Niha yek bi yek li van navçeyan Ala Kurdistan têt dardakirin. Lê çareserîya meşrû û bingehîn çûna referandûmek di bin çavdêrîya NY (Netewên Yekbûyî) de rast û duriste.

Herêma derdorên Kerkuk û derdorên Musil, pir tevlihevin û ev tevlihevî jî ji bikaranîna pirsgirêkan re dibe bingeh. Nakokîyên olî, mezhebî, etnikî pirin. Dema ku li herêmê siyasetek hevpar û aşîtîyane tinebe, bingeh ji nakokî û destdirêjîyan re geş dibe û alozî pirtir dibin. Ji bona ku Kurd li henber dijminên xwe, bi hev re piştrast û siyasetek serbilind bikaribin bimeşînin, dive nav mala Kurd bi rêk û pêk be.

Îro li İraq, bingeh ji şerê mezhebî re amade dibe. Îhtîmalek pir mezin heye ku piştî rizgarkirina Musil, di navbera şîe yên İraq bi xwe de şerekî îktîdarî destpê bike. Navbera Mukteda El Sedr û Nûrî El Malikî pir xerabe. Nêzî 100 hezar çekdarên ŞÎe wek tehdîdek mezin li pêşberî Kurd û hêzên dijî siyaseta îran û Nûrî El Malikî amade ne. Ev hêz li herêmê bi destê tevgera Şîe hatîye damezirandin û pirçek kirin. Îran bi her cûreyî fînansorê hêza Haşdî Şaabî ye

Piştgirîya hikûmeta Ebadî a Yasayî jî pir saxlem nine. Nûrî El Malikî, vê çeka Haşdî Şaabî û bi piştgirî û daxwaza Îran bandora xwe li ser Mukteda El Sadr û Ebadî zêde dike. Ev bandor jî li hesabê USA nayê. Heger Kurd xwe ji pişta Ebadî vekêşin, tenê dimîne. Ev rewş li ser İraq destê Îran xurt û destê USA jî zeîf dike. Di helwesta prosesa serxwebûna Kurdistan de hemû yekin. Lê ji ber nakokîyên navbera wan bêdeng dimînin.

Li henber helwesta Îran, Tirkîye û beşek ji Şîe yên İraq siyaseta ku bêt meşandin, dive di erkên netewî de xwedî hêzek niştimanparêzî be. Kurd dive bi ti haweyî, li hêvîya helwestek dostane nemînin di herêmê de. Ji ber ku her nakokî û berjewendî li henber kurdan têt bikaranîn. Her nakokî dijminê doza Kurd e. Yên ku di nava helwesta dijminatîya  Kurdistan de van nakokîyan tine cem hev û li henber Kurd û Kurdistan dixe yek rêzê ev helweste.

Divê Kurd vê bizanibin û bidestxistinên xwe erzan nespêrin dijminan. Di van rojên girîng de roj berî rojê yekitîya netewî sazbikin û xwedî li hêza xwe derkevin.

31.03.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin