Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim

Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim

Va ye dîsan îro dengek tê, dengek ji asoyên dûr, dengê raperîna çarikên bi jan ên Heyran Xanima Dûnbelî…

A+A-

Heyran Xanima Dûnbelî ku dengê wê li asîmanên welêt olan dide, dengê sedsaleke ku bi hawar, lorîn û çarînên bi êş ên jinekê re dibe yek, xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Heyran Xanim, keça Kerîm Xan Kongerloy ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng ya qerna 18 û destpêka qerna 19’an e. 

Li welatê me dengek olan dide. Dengê sedsalekê ku bi hawar, lorîn û çarikên bi êş ên jinekê re dibe yek û xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Û ji bo careke din, bi rengek geştir li asîmanê welatê me diçûrise. Çawa jî geş, xweş û bi gume gumê diherike, tuyê bijî ava gelîyane. Wiha diherike, heya tê û ruh bi xwe re dişo û dibe. Va ye dîsan îro dengek tê, dengek ji asoyên dûr, dengê raperîna çarikên bi jan ên Heyran Xanima Dûnbelî… 

 

Carnan bi nameyekê me bi bîr bixe

Yên ku xemgîn in xweş bike

Qet nebe Sipêhr wefa 

Carnan bi nameyekê min bi bîr bîne

Gelo ne hêjaye mija dibiriqe

Ku xelk dibêjin bî wefaye filan  

 

ÇIRÛSKA JI ASOYAN 

 

Her çend der barê çîroka jîyan û bîyografîya wê de zêde tiştek serirast li ber desta tunebe jî û wek her carekê rastîya vê jina helbestvan ku bi helbestên xwe serî radike û şer dike, hatibe  nixumandin, lê em ê dîsan hewl bidin vê rastîyê derxînin ronahîyê. Heyran Xanim keça Kerîm Xan Kongerloy (hakimê dawî yê Nexciwan û ji xandanê Dûnbelî bû) ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng a qirna 18'an û destpêka qirna 19’an e. Li gor agahîyên giştî ew li bajarê Nexciwan tê dinyayê. Ew zaroktî û nûciwantîya xwe li gundê “Xanqaha Sorx” a ser bi bajarê Urmîye (ku berê ji Urmîyê re Rezayî dihat gotin û hîna jî ev nav tê bikaranîn) derbas dike. Bê guman qebîleya Dûnbelî di dîroka pir kevin de li herêma Musilê nîştecih bûye û li gor agahîyên cihê yên lêkolînvanan ew bi eslê xwe Êzidî bûne. Û piştî ku li Xoyê bi cih bûne, beşek ji mîr ên Dûnbelî dibin hakimê herêmê. Ew heya dema Sefewî û heya desthilatdarîya Şah Îsmaîlê Duyem wek du mezhebên Sunî-Şafî û Êzidî dijîn. 

 

Helbet li vir dîrok û hikûmranîya qebîleya Dûnbelî û bandora wê a li herêmê ne mijara me ye, ji bo wê jî tenê em ê behs bikin û derbas bibin. Lê girîng e ku mirov bibêje ev qebîle xwedî bandorek mezin bûye û demek dirêj li Kurdistanê hikûm kirîye. 

 

JÎYAN KOÇ Û DERBIDERΠ

 

Li gor hin agahîyan ew li bajarê Xoyê dijîn, li wir çûne Nexciwan û bi cih bûne. Lê piştî demekê li wir dîsan bar dikin û tên Urmîyê, gundê “Xanqaha Sorx” bi cih dibin. Helbet ji ber şer û pewçûnên ku di wê demê de di navbera Îran û Osmanîyan de rû dida, dîsan koçên ji ber vê yekê gelek caran kurd neçar mane cih û warên xwe berdin û li cihên din bi cih bibin. Ji ber vê, ev ihtimal heye ku li derdora Xoy, Selmas (Şapûr) û Urmîyê ber bi wan deveran ve koç kiribin û dîsan vegerîyabin. Çendî ku der barê dîroka wê demê de em tam ne serwext bin jî, lê demekê ji Urmîyê jî ji ber şerê li herêmê koçê (yan jî bi darê zorê tên koç kirin) Tebrîzê tên kirin. 

 

Ji xwe li gor gelek lêkolînan, her wiha dîroknasan, Dûnbel (Dunbul-Dunbil) dem dirêj li herêma Xoyê jîyane;  navê qebîleya Dûnbelî di Şerefnameyê de jî derbas dibe û tê dîyarkirin ku ew Êzidî ne; dibe ji herêma bakurê Kurdistanê Botanê koçê vê herêmê hatibin kirin. Ev yek ihtimalek mezin e, ji ber ku di wan deman de kurd her tim bi darê zorê hatine koçberkirin. 

 

Mecdedîn Yequb Firuzabadî ku di qirna 14'an de jîyaye, dibêje; rastnivîsa koka vê peyvê Dunbule ku navê eşîrek Kurd e û di demên berê de li derdora Musilê jîyan e.

 

JANA KU BI HESTAN TÊ PÊNASEKIRIN

 

Her çend der barê jidayîkbûna wê de agahîyên piştrast nîn bin jî, lê em dikarin ji helbestên wê derbixînin ku Heyran Xanim di navbera salên 1247´ê hicrî qemerî de jîyaye. Li gor hin gotegotan Heyran Xanima Dûnbelî heştê salan dijî û heya dawîya temenê xwe jî nazewice. Her wekî di helbestên wê de jî tê xûyan, ger evîndar bibe jî wê ev yek nepejirandîye. 

 

Bi xatirê te ey heyva dibiriqe, bixatirê te 

Bi xatirê te ey Şahê başan, bixatirê te 

Bi êşa dil ez ê bikim ax û hawar

Çûn giha dema hîcran, bixatirê te 

Bi dilê bi hesret û can û zar

Ez ê dûr bikevim ji canan, bixatirê te 

 

Heyran Xanima Dûnbelî yek ji jina bi nav û deng ya li rojhelatê Kurdistan ê, herêma Xoy û Urmîyê ye. Her wiha bi nav û dengê xwe, helbestên ku nivîsîye û dîwana xwe a ji pênc hezar beytan pêk tê, deng daye. Qala gelek helbestên wê yên bi bi farisî, azerî û kurdî tê kirin. Li pey Heyran Xanim ê sê dîwanên mezin dimînin ku mixabin nayên çapkirin. Ew di gelek helbestên xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û dide dîyarkirin ku ew ji qebîleya Dûnbelî ye. Qebîleya Dûnbelî ku bi salên dûr û dirêj li herêma Selmas, Xoy û Urmîyê hikûmranî kirine. 

 

ÊŞA LI SERÊ VAN ÇARIKAN TÊ XWARÊ 

 

Heyran Xanim li ser pirsgirêkên civakî, mijarên jîyanê, êş û kederên gelan, evîn û li ser dayîk û xwîşkên xwe dinivîse. Di helbestek xwe de ku di 1207’ ê Xurşîdî de dinivîse, balê dikşîne ser nexweşîya weba û bi dileke bijan dibêje:

 

Nûciwan dikevin bin ax ê 

Vay xwedêyo zarok helak bûn

Dema zarok mirî 

Dayîk dil şikestî û bi hawar

Ne jî kes dixwîne quran

Ne şîn û ne jî ehsan 

Ji rewşa gîyanî mirov bê hêvî

 

Ey xwedê ev bela çiqas giran 

 

Dîwana wê ji 4500 qesîde û çarikan pêk tê û nusxeyek ji dîwana wê li pirtûkxaneya neteweyî a Tebrîzê tê ragirtin. Behsa du nusxeyên din jî tê kirin ku girêdayî “axaftvan û mezinên rojavayê Azerbaycanê” ne.

 

Heyran Xanim, xwedî hişmendîyek afirîner, têgihiştî û zana bûye. Her wiha di nivîsandina helbestên curbicur de jêhatî bûye. Gelek pispor didin zanîn ku Heyran Xanim di destgirtin û nivîsandina helbestan de jêhatî bûye û kêm kes wekî wê wiha bi baldarî nêz bûne. Yek ji helbesta wê a ku herê zêde tê nasîn jî ev e: 

 

Meyani cumle mehruyan tuyi, ser defteri xuba

Ruxet çun goyi xur başet bu vet zulfi keçet çokan

Cemali tu bi vek gulşen, çu gulşeni xubi

Xubi xubeyi Yusuf, çi Yusuf Yusufi Kenan

Du çeşmi tu zalım, çi zalim zalimi kafir

Çi kafir kafirê rehsen, çi şehzen şehzeni îman

Buvet heyran tura aşık, çi aşiq aşiqe bê dil

Çi bê dil, bê dilê vale

Çİ vale, valeyê heyran

 

KANÎYEK HERIKBAR A HEST Û RAMANÊ 

 

Behsa helbestên Heyran Xanim ên kurdî jî tên kirin, lê mixabin dema mijar dibe jin û bi taybetî jî zimanê kurdî, ev rastî ji nedîtî tê û ev berhemên hêja nayên tomarkirin. Heyran Xanim jî her wekî gelek jinên din ên kurd ku di qada huner, çand û wêjeyê de pêngavên mezin avêtine, wê jî di helbestan de rê li kanîyeke nû a herikbar vekirîye. Hûner rê û rêbaza herê baş a pênasekirina hest û ramanê ye, nemaze helbest kanîyek bi coş a van hest û ramanan pêk tîne. Ji xwe stran û helbest di çanda me de xwedî ciheke girîng in. Ji ber ku civaka me herî zêde bi rîya xwe pênasekira van hestan karîye derd, êş, çîrok û serpêhatîyên xwe ji nifşekê ber bi nifşeke din ve biherikînin. Heyran Xanimê jî bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên der barê serdema xwe de, pir baş û bi awayek herikbar anîye ziman. 

 

Di nav hemû zerîyan de tuyî serdeftera rindan

Rûyê te wek goga rojê, biskên te jî weke çogan

Cemala te weke gulşen (gulistan)

Çi gulşen? Gulşena rindî

Çi rindî? Rindîya Yûsif

Çi Yûsif? Yûsifê Kenan

Du çavên mest ên te zalim

Çi zalim? Zalimê kafir

Çi kafir? Kafirê rêbir

Rêbirê îman

Lêvên te yên sor wek xonçe

Çi xonçe? Xonçeyê bexçe

Çi bexçe? Bexçeyê cinnet

Çi cinnet? Cinneta xweşî

Lêvên te wek xala Hîndû

Çi Hîndû? Hîndûya sêrbaz

Çi sêrbaz? Sêrbazê fitne, fitneya dewran

Zimanê te bibe bilbil, devê te bibe kanî

Çi bilbil? Bilbilê xweşxwan

Çi kanî? Kanîya jîyan

Heyran ji te re bibe aşiq

Çi aşiq? Aşiqa tirsek

Çi tirsek? Tirseka sersem

Çi sersem? Sersema Heyran

 

Doxtor Cevat Heyet di pirtûka “Azerbaycan, Dîroka Bîr Bexş”, dîsan “Zanyarên Azerbaycan ê” de dîyar dike ku Heyran Xanim ji Tebrîzê ye. Armanc ji vê yekê ev e ku wê wek jinek azerî bidin nîşan. Lê, dû re li xwe mikur tê û dibêje ku ev jina helbestvan ji qebîleya Dûnbelî ye. Ji xwe Heyran Xanim bi xwe jî di helbestek xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û wiha dibêje:

 

Çû ebr girye koned Dunbelî û Kongerlo 

Êlhe hemçû men efşar û qecr û sozed peder 

 

Heyran Xanûm gelek caran bi helbastan bersiv dide helbestên hin helbestvanan: Ew ê wiha dubeytek Rudekî bibersivîne;

 

Hatina wî ewqas ciwane 

ku nizarim çawa bînim ziman

Wek xwevnekî an jî mîna guleke di nava bexçeyekê

Tu boy hatî ber serê eşqa xwe a nexweş

Destê muhebetê ser rûyê wê de kêşand

Êdî bese ber xweşîya hatina meşûqe

Xwedîyê porê xwe yê perîşan

Şeh bikêşe û xwe xweşik bike

Ji ber ku ew hat nava mala xwe ku ji dil bi cih bibe

Ger ew hat û xwe nava dil bicih kir

Dibe xwedîyê ew cismê bê taqet

Dil dema bîranîna dûrîya wê bi bîr bîne

Wek bilbilan dest bi gazind û dil girîyên xwe bike

Cih namîne ku dîlber deynin ser

Xwe bi temamî cardin teslîmê dîlber dike (werger: Argeş Avesta)

 

Heyran Xanim wê wiha bersiva vê qezela jêr a Sedî bide: 

 

Ey sariban aheste rewan karam canem mîreved

Ve an dil kê ba xod daştem ba dilestanem mîreved

 

**

 

Ey parazvanê devan

Rehmekê li min bike

Yara min ji destê min diçe

Bi çûna wê abiro û heysîyet

Sebr û taqeta min diqede

Xweşîya min ji perîşanîya min de xwe dide xûya kirin

Û rihê min aşkere ji min diqete û diçe 

Derd û xemên min bi tertîbeke leşkerî 

Yek êrîş û yek din xwe di min de dide nîşandan

Xwîna hevalbendên min 

Mîna ava sed dîcleya ber min de 

Wek lehîyan derbas dibe

Li dûrî û cûdahîya wê 

Peyman şikenê derd û xeman êrîş dikin ser min

Rûyê wê gula nesteren bêhn bike

Ji ber ku ew e a li min hişyar e

Dîlbera min bi dûrî û cûdahîyê

Li hember min xwe şikand

Û bê destpêk hîşt

Û ev qedr û qîmet wê her wekî biharistanekê bimîne (werger: Argeş Avesta)

 

MA / Zehra Mohammedzadeh

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder