Demokrat dixwazin dest bi dadgehîkirina Trump bikin   

Demokrat dixwazin dest bi dadgehîkirina Trump bikin  

.

A+A-

Seroka Encûmena Nûneran a  Amerîka Nancy Pelosî hemû tometên ku li dijî Trump hatibûn  piştrastkirin  roja Duşemê pêşkêşî Encûmena Pîran dike ji bo ku proseya dadgehîkirina wî destpê bike.

Serokê Demokratan li Encûmena pîran rijde dadgeh were kirin, û serokê berê yê Amerîka bi tometa handana alîgirên xwe ji bo  êrîşkirina ser Kongresê , were cezakirin.

Chuck Schumer, Serokê Demokratan li Encûmena Pîran, dibêje, “Encûmena Pîran dê Donald Trump bibe ber  dadgehê. Dadgehîkirineke baş û dadmend ji bo wî dê were kirin. Lê şaşetiyan nekin, dadgehîkirin dê were encam dan. Dema dadgehîkirin bi dawî bibe, wê demê senator biryarê didin gelo Donald John Trump xelk han daye daku tindetûjî li dijî Amerîka bikin an na!”

Serokê partiya Trump li Encûmena Pîran daxwaz dike dadgehîkirin ji bo meha bê were paşxistin, daku serokê berê û tîma parêzerên wî bikaribin ji bo berevaniyê xwe amade bikin.

Mitch McConnell, Serokê Komariyan li Encûmena Pîran, dibêje, “Senatorên Komarî dibînin ku divê dadgehîkirineke baş û dadmend were kirin bi awayekî serokê berê  bikaribe berevaniyê li xwe bike. Herwiha daku encûmena pîran bikaribe bi awayekî rast pirsyarên yasayî û destorî bi hûrgilî ji wî bike). 

Hejmarek ji endamên Komarî li Kongresê guman dikin dadgehîkirina Trump bibe sedema aloziyan li nav civaka Amerîka ji ber ku Trump di helbijartinên serokatiyê ya 2020an bêtir ji 74 milyon deng bidest xistin.

Nancy Pelosî vê yekê red dike û texmîn dike kiryarên Trump, ne cihê lêborînê ne.

Nancy Pelosî, Seroka  Encûmena Nûneran a Amerîka, dibêje, “Çê nabe em ji serokekî re bibêjin di meha xwe ya dawiyê de, her tiştê te xwest bike, ji ber ew bi vî awayî karta çûna zindanê bê pere werdigre, xelk divê  tiştên baş bikin , nabe em ji bîr bikin  di roja 6ê Çile de hejmarek kes canê xwe ji dest dan, di demekê de hejmarek kes hewl didan helbijartinên me û Demokrasiya me ji navbibin, û bêrêziyê li hemberî destûra me bikin.”

Trump dibe yekemîn Serokê Amerîka du caran li pêşiya Encûmena Pîran tê dadgehîkirin û dibe yekemîn serok tê dadgehîkirin piştî dema wî ya serokatoiyê bi dawî dibe.

Eger tometên li ser wî werin piştrast kirin , êdî ew nikare xwe ji bo serokatiyê yan her postekî din ê Federalî  berbijêr bike.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin