DEDEFê daxwaza dersa bijarte ya Kurdiya Zazakî kir

DEDEFê daxwaza dersa bijarte ya Kurdiya Zazakî kir

.

A+A-

Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ji bo ku zaraveya Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) ya zimanê Kurdî weke dersa bijarte li dibistanan were xwendin, bangewaziyek belav kir.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê ji bo zaraveya Kirmanckî ya zimanê Kurdî (Zazakî,Dimilî) ku Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) xistiye nav lîstey “Zimanên di Xeterê de”, li dibistanan weke dersa bijarte were hilbijartin û xwendin, seferberiyek da destpêkirin.

DEDEF ji bo bal bikişîne ser dersa Zazakî ya bijarte daxuyaniyek belav  kir.

DEDEF bi bîr xist ku ji bo perwerdhiya 2021-2022 dema tercîh kirina dersa bijarte di 22yê Çîle yê de bi dawî dibe û bang li dê û bavan kir “bi hilbijartina dersa ZAZAKÎ wek dersa bijarte, em neçar in berpirsiyariya xwe li hember zimanê xwe nîşan bidin.”

Di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketina zimanê zikmakî wiha diyar kir “Erka Dêrsimî, hevalên Dêrsimî û hemî Saziyên Dêrsimî ye ku li zimanê xwe yî zikmakî xwedî derkevin ku di dibistanên navîn de zimanê me yê zikmakî Zaza weke dersa bijarte hilbijêrin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin, bikar bînin û bidin bikaranîn.”

Daxuyanî bi vî rengî berdewam kir “zimanê zikmakî zimanê ku mirov ji dayika xwe, ji kesên nav malê ji civaka ku koka mirov pê ve girêdayî ye hîn dibe, tê wateya zimanê ku ew pê dikare hest, raman û daxwazên xwe çêtirîn bîne ziman.”

DEDEF di daxuyaniya xwe de amaje bi vê yekê kir, ku zimanê zikmamkî wek nasname û parçeyek kesayetiyê ye, mirovan dike yek û fikir û ramanê mirov pêş dixe.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, perwerdehiya ji bilî zimanê zikmakî di serdema perwerdehiyê de prisgrêkan ji mirovan re derdixe û rastî ne wekheviyê tê û ji ber van rastiyan, ew li dibistanan daxwaza dersên zimanê zikmakî ya Zazakî dikin.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê herwiha bang li dayik û bavan dike û dibêje, “nebêjin ders venabe, mamoste nayên tayînkirin. Ger zarokên me dersa bijarte hilbijêrin, sazî mecbûr in mercên pêwîst bi cih bînin û ew yek mafê me yê herî demokratîk e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin