Davutoglu: Eger Sûrî ji bo kurdan biryara federasyonê bigrin divê Tirkiye rêzê li vê biryarê bigre

Davutoglu: Eger Sûrî ji bo kurdan biryara federasyonê bigrin divê Tirkiye rêzê li vê biryarê bigre

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ev demeke serdana bajarên kurdan dike. Ji Wanê heta oulemêrgê, ji Çewligê heta Mûş, Erziromê navçe bi navçe geriya. Herî dawî serdana Amedê kir.

Ji têkçûna pêvajoya aştiyê ya di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyeyê de heta daxwaza kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji perwerdehiya zimanê dayikê heta têkiliya Tirkiyeyê ya bi Başûrê Kurdistanê re gelek pirsan kir.

Serokwezîrê berê û serokê niha yê partiyeke nû Ahmed Davutoglu jî li gorî nêrîna xwe, bîr û baweriyên xwe bersiv dan.

Dixwazim ji vir dest pê bikim birêz serok. Piraniya xelkê Amedê di şûna Diyarbekir de navê Amedê tercîh dike. Ger bi te jî xweş be ez dixwazim em vê hevpeyvînê weke Amed berdewam bikin.

Ahmet Davutoglu: Helbet. Bi kêfxweşî em dikarin bidomînin. Ya rastî navê vê derê berê weke Diyarbakir na lê weke Diyarbekir hatiye bikaranîn. Navê Amedê jî her wisa... Nav girîng in lê ji navan girîngtir wateya wan bajaran e ku di serê we de çêkiriye. Ev wate hezkirina li hemberî wî bajarî ye, ew hest in ku wî bajarî dilê we hênik kiriye. Weke ku min gelek caran dubare kiriye, Amed mamosteyê min e. Ez çiqas têm vê derê ji vir gelek tiştan hîn dibim. Weke evîndarek jê hez dikim. Di pêvajoya partîbûnê de 3 caran hatim. Dema serokwezîr bûm gelek caran hatim vê derê.

Dema hûn serokwezîr bûn, we nimêja xwe ya cejnê li vir kiribû. Min jî ew serdan şopandibû. Berê jî hûn gelek caran hatibûn. Beriya ku hûn partiyê ava bikin jî hûn hatibûn. Dixwazim bipirsim; sedema we ya serdanên evqas zêde ya ji bo Amedê çi ye?

Pirtûkeke min a nû derket. Înşelah dê wergerê kurdî jî bikin. Niha ingilîziya wê jî hate çapkirin. Navê pirtûka min Şaristanî û Bajar in. Diyarbekir, Amed jî bajarê navendî ye. Wê demê gelek caran min li ser vê mijarê axaftin kiribûn. Dema hûn berê xwe didin dîroka Amedê hûn dibînin ka li Mezopotamyayê li Anatolyayê kê bi ser ketiye û kê têk çûye. Hêêê ji Romayê heta Bîzansiyan, Emewî, Ebasî, Merwanî, Artûkî, Selçûkî...

Mîtanî, Med jî...

Belê Med jî. Hemû jî... Dema hûn li mînareyên Diyarbekirê dinêrin hûn wê çandê dibînin.  Ji ber vê yekê cihekî taybet e Amed. Weke akademîsyen jî, zanyar jî, siyasî jî ez girîngiyeke mezin didim vî bajarî. Ger serokwezîrtiya min dewam bikira, min ê weke Enqere, Stenbol û Îzmîrê ofîseke serokwezîriyê li vir vekira û hin civînan jî min ê li vir bikira.

Ger benda hilbijartinê dakeve sedî 7an hûn ê bikaribin ji bendê derbas bikin? Pirsgirêka we ya bendê heye?

Benda hilbijartinê ji sedî 10 jî be pirsgirêka me tune ye. Bi izn û quweta xwedê em ê heta roja hilbijartinê ji sedî 10an gelek zêdetir deng werbigrin. Bê şik û bê guman em ê bibin partiyeke sereke ya siyasî.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP aşkera kir ku ji bo hilbijartina Serokomariyê ji diyarkirina berbijêreke hevpar re amade ye. Hûn jî amade ne?

Ji niha ve, ji îro ve ez tiştekî zelal bibêjim nerast e. Çimkî em nizanin ka hilbijartin dê kengê, bi kîjan yasayî û di bin şert û mercên çawa de pêk bê. Ev hêj nediyar in. Ji bo ku em li ser berbijêrek hevpar danûstandin û hevdîtinan bikin hêj zû ye. Ji bo biryareke wisa bê dayîn divê em şert û mercên hilbijartinê li ber çavên xwe bibînin. Lê di mijarên pîvan û prensîbên hevpar de mirov dikare hevdîtinan bike. Li ser mijarên weke li Tirkiyeyê azadiya derbirînê, li ser gendelî û têkoşîna li dijî gendeliyê, li ser mijarên bi vî rengî em dikarin bi hemû partiyan re hevdîtinan bikin.

Hûn amade ne bibin hevkara HDPê? Îhtîmala ku hûn bi HDPê re îtifaqê bikin heye?

Li ser pirsên derbarê îtifaqa milet û îtifaqên din de jî min heman bersivê da. Hêj zû ye em ji niha de li ser îtifaqan biaxivin. Lê deriyê me ji diyalog û hevkariyê re, ji hin mijarên hevpar re vekirî ye.

Di serdanên we de em gelek caran bûn şahidê axaftinên we. Hûn gelek caran qala mafên derbirîna azadiyê dikin. Hûn qala dadperweriyê dikin. Lê piraniya welatiyên me li bendê ne ku hûn derbarê mafên kolektîf ên kurdan de xwediyê helwesteke zelal bin. Mînak; perwerdehiya bi zimanê dayikê... Hûn vê jî tînin ziman lê dema hûn bûn desthilatdar ji dibistanên seretayî heta zanîngehê hûn ê rê bidin perwerdehiya zikmakî.

Wiha bibêjim; di bernameya partiya me de bi awayeke zelal ev hatiye nivîsandin. Em dibêjin hînkirina kurdî û di perwerdehiyê de bikaranîna wê. Ji ber vê yekê em vê daxwazê ne weke mafê kolektîf weke mafê hemwelatîbûnê dibînin. Dema ku di çarçoveya mafên welatîbûnê de ev daxwaz bêne rojevê jixwe em ê çi pêwist bike bikin. Ev yek di bernameya partiya me de jî hatiye nivîsandin. Lê divê mirov tirkî yan jî kurdî weke rikaber nebîne, weke ku mirov yekî hîn bibe divê yê din hîn nebe jî nebîne. Nêzikahiyeke wiha dê bibe sedema têgihiştineke xelet.

Bi herdu zimanan jî perwerdehî dikare bê dayîn ne wisa?

Helbet dikare bibe. Jixwe em vê bi zelalî dibêjin. Lê divê em vê jî li ber çavên xwe bigrin. Niha piraniya kurdan li Stenbolê dijîn. Bajarê herî mezin ê kurdan li cîhanê Stenbol e. Kurd ji Erbîlê û ji Diyarbekirê zêdetir li Stenbolê dijîn. Di heman polê de perwerde dibin. Xwendekarên ji nijadên cuda nin. Yanî çerkez, tirk, arnavut, kurd, hemû bi hev re ne. Ji ber vê yekê jî em meseleya perwerdehî û hîndekariya ziman, bikaranîna zimanê dayikê di çarçoveya mafên mirovan de dibînin. Ev ê çawa pêk bê, çawa bê dayîn, divê mirov bi hev re guftugo bike. Lê redkirina zimanê dayikê binpêkirina mafên mirovan e. Bikaranîna mafên perwerdehiyê jî meseleyeke mafên mirovî ye.

Di dema Sedam de. Bi serkêşiya Mele Mistefa Barzanî şoreşek bi rê ve diçû. Di encamê de ji bo kurdan biryara otonomiyê derket. Dewletek lê du welat. Gelo ji bo Tirkiyeyê jî rewşeke wiha pêkan e?

Nexêr, nexêr. Iraq pir cuda ye. Nexêr. Berê xwe bide min; ez Iraqê baş nas dikim. Li Iraqê kurd piranî li Bakurê Iraqê, li Herêma Kurdistanê ya Iraqê dijîn. Yanî li Mûsil, Erbîl, Silêmaniyê, Duhok û Kerkûkê, li van herêman dijîn. Li Basrayê hema hema kurd nînin. Li Bexdayê tenê li çend taxan dijîn. Li Necefê najîn. Hejmara wan pir kêm e. Belkî ji bo kar çûne wê derê. Demografiya Iraqê, di demografiya çandî û siyasî de ji xwe cudabûneke xwezayî heye. Lê li Tirkiyeyê rewş ne wisa ye, li Tirkiyeyê bajarekî kurd lê nejîn tune ye. Ez ji Konyayê me. Bakurê Konyayê, li Cîhanbeylî, Kulu welatiyên me yên kurd pir dijîn. Li wê herêmê gelek in. Ez beriya du sê heftiyan li Bursayê bûm. Li herêmek bi navê Yolaltiyê... Di dîrokê de kurd li wê herêmê nejiyane. Li wê herêmê çûm serdana komeleyên çewlikî û mûşiyan. Hema hema tiştên ku min li Çewlikê dîtin min li wir jî dît. Tirkiye di vê helê de entegrasyoneke çandî û siyasî heye û entegrasyoneke pir pêşketî ye. Weke Iraqê serdemeke kolonyal, serdemeke mêtîngeriyê nejiyaye û ev şopên perçebûna mêtîngeriyê li vir nîn in. Her wiha ez çûm Sancaka Çewlikê. Sedema ku navê Sancakê lê kirine balkêş e. Gundiyên ku ji şerê Çanakaleyê vegeriyane bi xwe re sancak anîne, navê xwe ji wir digre. Em qala welatekî ku evqas entegrasyon çêbûye dikin. Otonomiyên wiha encax li welatên ku nifûsa wan pir ji hev cuda bûne, ji hev qetiyane pêkan e. Li Iraqê jî zehmetiyên vê hene. Li Iraqê çiqas zehmetî dikişînin dizanim. Ez di gelek mijaran de, di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê ya Iraqê de bûme navbeynkar. Ev pêvajoyên pir hêsan nîn in. Lê mafên welatiyên me yên kurd di bin temînata hiqûqa welatîbûnê de ye, di bin mîsogeriya makezagonê de ye. 

Baş e mirov nikare rêyeke wisa bibîne ku walî û qaymeqam bi hilbijartinê bêne ser kar? Yan jî mirov nikare riyeke ku hemû perwerdehiyê dewrê şaredariyan bike bibîne?

Di salên destpêkê yên AK Partiyê de ev mijar hemû hatin nîqaşkirin. Lê hûn nikarin vê tenê ji bo herêmek bikin. Hûn encax dikarin vê mijarê di nava reformeke giştî ya hemû Tirkiyeyê de binirxînin. Lê ev yek dê çawa çêbe, çawa pêk bê girîng e. Tirkiye welatekî unîter e. Bi ya min divê dewleta unîter bê parastin. Walî divê ji aliyê navendê ve bêne tayînkirin û şaredar jî bi hilbijartinê bên peywirdarkirin. Ji bo Tirkiyeyê ev rê guncawtir e.

Di pêşerojê de rêveberiyeke wiha pêkan e?

Ew tecrûbeyên dîrokî hemû çêbûne. Di asta waliyan de jî divê hemû welatî bêne temsîlkirin. Divê kurdek bikaribe li Bursayê, li bajarê Antalyayê bibe walî. Her wiha tirkek jî divê bikaribe li bajarên rojhilat bibe walî. Divê ev entegrasyona civakê neyê hejandin. Bi vî şertî di rêveberiyên herêmî de hûn dikarin reforman bikin. Reformên wiha jî ji xwe di bernameya partiya me de cih digre.

Dema AK Partî hate ser kar, bi pêşengiya Birêz Erdogan di sala 2005an de axaftinek kir. Got pirsgirêka kurd pirsgirêka min e û em ê çareser bikin. Piştre di axaftineke xwe de got di dema Osmaniyan de eyaleta Kurdistanê hebûye û divê neyê înkarkirin. Paşê TRT 6 vekir ku niha navê wê TRT Kurdî ye. Li zanîngehan beşên kurdolojiyê ava kir. Bi PKKê û Ocalan re dest bi muzakereyan kir. Ger hûn bibin desthilatdar hûn ê jî gavên wiha bavêjin?

Birêz Erdogan niha ji wan fikrên ku me bi hev re diparast gelek dûr ketiye. Parastina fikrek têrê nake, divê hûn gavên pêwist jî bavêjin. Lê mixabin pêvajoya çareseriyê, ew hemû gavên erênî, bi vekirina xendekan ji aliyê rêxistina terorê ve ji holê rabû. Dixwestin rewşa ewlehiyê ji holê rakin. Herî zêde jî welatiyên me yên kurd ji van tiştan aciz bû û gilî dikirin. Pêvajoya çareseriyê dema ku ez Wezîrê Karê Derve bûm dest pê kir. Ez hatim li Diyarbekirê weke Wezîrê Derve axivîm, min piştgiriyeke mezin da vê pêvajoyê. Bêyî ku ji derve zorê bidin ser me, divê em pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, divê li Iraqê jî wiha be, li Sûriyê jî wiha be. Pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn ev e; em pirsgirêkên xwe çareser nakin. Divê em bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê li vir ji aktorek, ji aliyek zêdetir, divê hemû kurd di nava vê pêvajoyê de bin. Divê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bêne tespîtkirin û çareseriyek berfireh bê peydakirin. Niha li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tenê tune ye. Pirsgirêka giştî ya demokratîkbûnê heye. Li her aliyê Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê heye. Em ê sê lingên esasî derxin pêş. A yekemîn demokratîkbûn e... Li Tirkiyeyê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê, azadiya rêxistinbûnê, azadiya derbirînê, ev pirsgirêk divê rabin û demokratîkbûn pêk bê. Ya duyemîn pirsgirêka welatiyên me yên kurd e. Astengiyên li pêşiya zimanê dayikê. Mafê perwerdehî û hîndekariya zimanê dayikê jî tê de, divê çareyek bê dîtin. Divê qeyûm bêne rakirin û kesên hatine hilbijartin li ser kar bin. Ji bo çareserkirina van hemû pirsgirêkan divê pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ya sêyemîn jî têkiliya bi kurdên welatên derdorê re. Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê re... Bi birayên me yên kurd û tirrk re divê zemîneke baş a têkiliyên xweş ava bikin.

Ez ê derbarê wan deran de jî pirsan bikim lê dixwazim Peymana Dolmabahçeyê jî bipirsim. Dolmabahçe pir hate nîqaşkirin. Kê ev peyman ji holê rakir? Tu tesîra we hebû? Di nehiştina pêvajoya aştiyê de tu roleke we hebû?

Wê demê ez serokwezîr bûm. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê têk neçe çi ji destê min hat, min kir. Lê mixabin bi taybetî piştî 7'ê hezîranê PKK'ê bi awayeke aşkera banga têkoşîna çekdarî kir. Li Serêkaniyê du polîs şehîd bûn û PKK berpirsyariya wê girte ser xwe. Li Semsûrê leşkerek şehîd ket. Berpirsyariya wê jî girte ser xwe. Xwezaya pêvajoya aştiyê ev bû Maşallah beg. Di 2013'an de dê hêzên çekdar derketana derveyî Tirkiyeyê. Ev yek pêk nehat. Di ser de jî li 12 navçeyan di bin navê kantonan de, xendek kolan û bi awayeke fiîlî xwestin kontrolê bixin destê xwe. Xwestin dîmeneke wisa derxin holê. Vê yekê pêvajoyê têk bir. Nexwe min jî û hikûmeta ku ez tê de bûm jî heta dawiyê dixwest pêvajoya çareseriyê biçe serî.

Ger hûn bibin desthilatdar, hûn ê careke din pêvajoyeke wisa bidin destpêkirin?

Serdemeke din pêwist e. Lê êdî pêvajoya çareseriyê nabe. Pêvajoyeke nû pêwist e. Lê divê em ji van hemû tecrûbeyan jî ders derxin û pêvajoyeke wisa bidin destpêkirin. Mixabin li Tirkiyeyê hinek alî pêvajoyên çareseriyê ji xwe re ji bo xirakirina jiyana ewlehiyê weke derfetek dibîne. Rêxistin wisa dibînin. Hinek jî ji ber helwestên rêxistinan dixwazin otorîteriyê bi hêz bikin. Em li dijî van herdu helwestan in jî. Em ê di nava dewleteke demokratîk û hiqûqî de serdemeke nû bidin destpêkirin.

Dema hûn Wezîrê Karê Derve bûn, we bi Beşar Esad re hin hevdîtin kirin. We di van hevdîtinan de qet qala kurdan kir? Derbarê kurdan de we çi got?

Ya rast dema ku têkiliyên me baş jî bûn em li ser van mijaran axivîn. Di sala 2001'an de dema ku têkiliyên me baş bûn, di 4 û 5'ê nîsanê de hêj bûyeran dest pê nekiribû ez çûm ba Beşar Esad û min daxwaza reforman kir. Min got hêj ku bûyerên weke Misir, Lîbya û Yemenê dest pê nekirine divê li Sûriyê sîstemeke reformê bên destpêkirin û em tedbîr bigrin. Min got weke dostekî we ez van tiştan dibêjim. Yek ji mijarên ku min anîn rojevê jî mafên kurdên Sûriyê bû. Wê demê mafê welatîbûna kurdan jî li Sûriyê tunebû. Min got  divê mafên welatîbûnê bidî kurdan û mafên kurdan ên li Sûriyê jî nas bikî. Sererastkirinên gelek biçûk kir lê mixabin tu caran reforman pêk neanî. Ji xwe ji ber ku ev reform pêk nehatin Sûriye îro bi van afadên mezin re rû bi rû ye.

Tê gotin ku we Erdogan teşwîq kiriye ku leşkeran bişîne Sûriyê û têkiliya xwe bi Şamê re bibire. Bi raporên ku we amade kirine ev biryar dihatin wergirtin...

Sedema xirabûna têkiliyan ne ez im û ne jî hikûmeta Komara Tirkiyeyê ye. Sedema xirabûna têkiliyan kîmyabaran rejîma zalim e. Rêveberiyeke ku Helebê, Himûsê, Dêyrezorê ji asîmanan bombebaran bike. Yên ku bi bombeyên varîl û çekên kîmyewî xelk bombebaran kir ev rêveberî bû. Ya ku bû sedema xirabûna têkiliyan ev pêkanîn bûn.

Hûn li Rojava li Kurdistana Sûriyê daxwaza kurdan a otonomî, xweserî yan jî federasyonê çawa dibînin? Hûn piştgiriyê didin van daxwazan yan li dijî van daxwazan in?

Hemû aliyên li Sûriyê kurd, tirkmen, ereb, sûnî, nûsayrî divê bi hev re rûnên û derbarê pêşeroja Sûriyê de biryarê bidin. Em nikarin xwe li ser wan ferz bikin, divê em nekin. Lê divê yekpareyiya axa Sûriyê bê parastin. Ger yekpareyiya axa Sûriyê ji holê rabe dê êşên mezintir bên jiyandin. Di nava yekpareyiya axa Sûriyê de ev alî divê li ser maseyê rûnên û pêşî makezagoneke demborî û paşê jî makezagoneke mayînde binivisînin û Sûriyeya nû ava bikin.

Yanî ger ew bi xwe biryarê bidin hûn ê piştgiriya federasyonê bikin...

Ew biryara sûriyeyiyan e.

Hûn ê li dijî vê biryarê derkevin?

Encex Sûriyeyî dikarin wê biryarê bidin.

Hûn ê piştgirî bidin pêvajoyeke ku kurd jî tê de cih bigrin?

Divê em li vir hin tiştan zelal bikin. Kurd ne PKK ye û PKK jî ne kurd e. Di rewşeke wiha de tenê şerteke Tirkiyeyê heye. Divê ji tu aliyekî Sûriyeyê tu gefek, tehdîdek li ser Tirkiyeyê pêk neyê. Divê tu herêmek nekeve bin kontrola tu rêxistineke terorê. Ger wisa be Tirkiye jî tê de mafê her welatî derdikeve holê. Lê encex Sûriyeyî dikarin biryarê li ser Sûriyeya nû bidin. Lê ger rewşeke nû derkeve holê û ev ewlekariya Tirkiyeyê eleqedar bike, Tirkiye jî xwedî wî mafî ye helwesta xwe nîşan bide.

Gelo Tirkiye bi kurdên Rojava re li hev bike dê pêşerojeke baştir ava nebe?

Helbet ji bo ev tişt pêk bê di dema xwe de me gelek hewl da. Me gelek caran ji wan re got li dijî rejîma Sûriyê bi opozîsyonê re hereket bikin. Lê wan hevkariya bi rejîmê re tercîh kir. Û tu caran bi awayeke rastî di nava opozîsyona Sûriyê de cih negirtin. Qesta min ne kurd in. Qesta min rêveberiya YPG'ê û PYD'ê ye. Zextên herî zêde jî li ser alîgirên Barzanî û grûbên weke Azadî kirin. Zextê li gelek grûbên din kirin. Çimkî di mentiqa vê rêxistinê de mafê jiyanê tenê jê re heye ji yên din re nîn e.

Hûn jî dizanin ku di rewşên wiha de civak encex bi riya rêxistinan mafên xwe bi dest bixe. Em bibêjin hûn YPGê naxwazin. ENKS yan jî grûbên nezî wê ger federasyon û otonomiyê bixwaze, hûn ê piştgiriya wan bikin?

Li Bakurê Iraqê, bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re têkiliyên me gelek xurt in. Çimkî tu caran gef li Tirkiyeyê nexwarin. Nebûn tehdît. Ger bi temamî dev ji çekan berdin û ji rêxistinbûna terorê dûr bikevin, vê yekê red bike wê demê tabloyeke nû derdikeve holê. Lê li aliyekî hûn ê di nava Tirkiyeyê de endamên xwe yên terorê bi cih bikin û piştre jî li aliyê din di bin navên din de hebin, ev dibe polîtîkayeke durû. Em vê rast nabînin. Divê Tirkiye mafên kurdên Sûriyeyê biparêze. Kurdên Sûriyeyê tu caran ji bo me ne tehdîd e. Berevajî wê têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re baştir dibe. Çimkî bajarekî bi xeta trênê ji hev tê veqetandin. Herêma ku herî zêde divê em têkiliyên xwe pê re germ bikin ev cîran e. Ji ber vê yekê jî divê mafên wan bê parastin. Ger di nava Sûriyê de rêveberî li hev bikin divê em rêzê lê bigrin lê divê em tu caran rê nedin hebûneke terorê jî.

Hûn dizanin Tirkiye piştgiriya grûbeke opozîsyona Sûriyê dike. Niha li Efrînê, li Serêkaniyê li hemberî kurdan gelek binpêkirinan dikin. Nifûsa Efrînê belkî ji sedî 99 kurd e lê li wê derê perwerdehiya tirkî heye lê perwerdehiya bi kurdî qedexe ye.

Efrîn ji bo Tirkiyeyê şansekî mezin bû. Dema ku operasyona Efrînê dest pê kir, min ev yek ji serokomar re jî got. Bi taybetî li ser vê mijarê pê re axivîm. Çimkî ger kurdên Efrînê bi mafên xwe, zimanê xwe, çanda xwe di bin hîmayeya Tirkiyeyê de, xwedî rêveberiyek bûya, dibû mînakeke gelek baş. Binpêkirin li ku derê û ji aliyê kê ve bê kirin, ez li dijî me. Li Efrînê derxistina mafê perwerdehiya kurdî ji nava mufredatê xelet e. Kurdên ku li wê herêmê dijîn divê bikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo ku Tirkiye bikaribe di pêşerojê de bi gelê wê herêmê re têkiliyeke baş ava bike, ev yek girîng e. Ger binpêkirineke wiha hebe, ev binpêkirinên ku di çapemeniyê de derdikevin ger hebin, xelet in. Divê li hemberî mafên perwerdehiya bi kurdî em rêzdar bin. Ger tirkî jî hîn bibin ev ji bo wan jî baş e. Çimkî Tirkiye ji wan re herêma herî nêz e.

Tirkiye li Herêma Kurdistanê di çarçoveya operasyonên li hemberî PKKê de gelek qereqolên leşkerî ava dike. Li gorî we ev çareserî ye? Yan bi şertê ku PKK çekan deyne divê pêvajoyeke nû ya muzakereyan dest pê bike?

Dema PKKê çek danî, ew dem çareserî dest pê dike. Dema çekan danî çareserî dest pê dike. Heta ku tu çekan nedeynî, di destê te de sîleh hebin û welatek tehdîd bikî, aliyê din jî ji bo ku ewlehiya sînor biparêze dê hewl bide. Roja ku çekan deynin ew roj dê aştiyeke rastî, buhareke rastî û newrozeke rastî dest pê bike. Niha li Tirkiyeyê hemû alî ji bo demokratîkbûnê di nava hewldanê de ne û vê îradeyê nîşan didin. Di demeke wiha de xebatên rewakirina têkoşîna çekdarî nerast in. Dema ku dev ji çekan berdin dê wê demê pêvajoya aştî û aramiyê dest pê bike. Heta ev yek pêk neyê, heta gefa çekan bidome hûn nikarin tedbîrên Tirkiyeyê yên li derveyî sînoran rexne bikin. Ev ne rast e. Jixwe ev xetên ewlekariyê ku hatine danîn bi Bakurê Iraqê re, bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re hatine danîn. Ez çûm wê derê jî. Artêşa Tirkiyeyê li dijî DAIŞ'ê pêşmerge perwerde dikir. Bi wan re di nava kordînasyonê de ye, bi hikûmeta navendî ya Iraqê re di nava kordînasyonê de ye. Dema ku ji Iraqê bo Tirkiyeyê tehdîda terorê ji holê rabû ji xwe tu pêdivî bi wan qereqolên leşkerî namînin. 

Hûn ji 2017an û vir de têkiliya Tirkiyeyê ya bi Herêma Kurdistanê re çawa dinirxînin?

Hemû kes dizane ku min ev rexne kirine. Ji ber van rexneyên min di navbera min û Birêz Bahçelî de nîqaşên gelek dijwar çêbûn. Li gorî min divê Tirkiye bi Herêma Nahçivanê ya Azerbaycanê re têkiliyeke gelek xurt û taybet deyne. Heman tişt ji bo Bakurê Iraqê, Herêma Kurdistanê ya Iraqê jî divê pêk bê. Ew jî herêma me ya cîran e, gelên me yên cîran in. Kurd jî tirkmen jî li wê herêmê dijîn. Divê tu caran pêwendiya bi wan re qut nebe û hertim dewam bike.  Di nava Makezagona Iraqê de statûya wê çi dibe bila bibe, sembol û ala wê çi dibe bila bibe, ew Makezagona Iraqê ye û wan eleqedar dike. Ji bo Nahçivana Azerbaycanê jî heman tiştî dibêjim, divê em heman rêzê nîşan bidin. Divê têkiliya me di asta herî xurt de be. Ji ber vê yekê dema ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû, li Wanê me bi hev re civînek li dar xist. Me hemû waliyên herêmê li Wanê civand. Me got ka em dikarin têkiliyên xwe çawa bi pêş bixin. Birêz Mesûd Barzanî û Birêz Erdogan li Diyarbekirê hev dîtin. Ev hemû hevdîtinên me yên wê demê ji bo pêşxistina têkiliyên bi Bakurê Iraqê, bi Herêma Kurdistanê ya Iraqê re bû. Em bi awayeke dîrokî girêdayî hev in. Hema hema ez tekane rêveberek tirk im ku çûme Silêmaniyê. Ne tenê bi Erbîlê re, min xwest bi Silêmaniyê re jî em têkiliya xwe xurt bikin. Birêz Talabanî ew dem nexweş bû. Hêj wê demê me bi hev re têkilî danî. Me ev hemû tişt tenê ji ber tiştek kir; ger hûn dixwazin aştiyê pêk bînin divê hûn li hemberî sînoran bi hurmet bin lê sînoran weke dîwaran jî nebînin.  Bi Sirûyeyê re jî bi heman mebestê me têkilî danîbû. Lê wan zilmê li xelkê xwe kir. Bêyî ku em sînoran weke dîwaran bibînin divê em di nava aştiyê de, têkiliyên xwe yên aboriyê derxin asta herî bilind.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin