
ENKS dixwaze Pêşmergeyên Roj jî entegreyî Hêzên Parastina Sûriyê bibin
.
Li gorî peymana 10ê Adarê danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz a Şamê, heta dawiya sala 2025an wê hêzên HSDê bi fermî tevlîbûna xwe ya artêşa Sûriyê temam bikin.
Bi qasî 100 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîşê hene ku wê tevlî wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê bibin.
Şanda Rêveberiya Xweser 13ê vê mehê çûbû Şamê û di encamê de ev biryar hate dayîn.
Li gorî peymanê, HSD dê li herêmên xwe bimîne û hêzên hikûmetê jî dê li cihên ku niha di bin kontrola wan de ne bimînin. Niha hurgiliyên entegrasyonê berdewam dikin.
Li aliyê din Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Pêşmergeyên Roj ku hejmara wan 5 hezar kes e tîne rojevê dixwaze ew jî di vê entegrasyonê de cî bigirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê Ofîsa ENKSyê ya Şamê, Mehabad Tizyanî gotiye, "Em bi awayekî fermî nehatine agahdarkirin û em prensîbên tevlîbûna HSDê jî nizanin. Pêşmergeyên Rojê beşek ji Kurdên Sûriyeyê ne ku li dijî rejîmê derketin û qebûl nekirin ku xelkê Sûriyeyê bê kuştin."
Li gorî zanyariyan HSD wê piştî tevlîbûnê di çarçoveya 3 firqeyan (tumen) de li Hisîça, Reqa û Dêrezorê bimîne. Herwiha wê lîwayên taybet ên jinan û yên dijîterorê jî hebin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin