Daketina nirxê TL li bermaber dolar rekoreke nû tomar kir

Daketina nirxê TL li bermaber dolar rekoreke nû tomar kir

.

A+A-

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî berdewam e û îro 27ê Temûzê nirxê her dolarekê gehişte 17.90 lîreyan û rekora sala 2022an tomar kir. Euro jî bi 18.13 lîreyan tê firotin.

Tê çaverêkirin îro Çarşembê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) biryara xwe ya faîzê eşkere bike û li gor pêşbîniyan dê rêjeya faîzê 75 puanan bilind bike.

Bilindkirina faîzê dê nirxê dolar li beramber pereyên welatên din bilindtir bike û ew yek dibe ku bandor li nirxê Lîreyê Tirkiyê jî bike.

Doh 26ê Temûzê yek dolar bi 17,86 lîre û yek Euro jî bi 18,10 lîreyên Tirkî hatibû firotin.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê roja Pêncşembê 21ê Temûza 2022an biryara xwe ya faîzê eşkere kiribû û rêjeya faîzê di sînorê %14 de sekinandibû.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê di çar civînên xwe yên salê de bi giştî 500 puan daxistibû û di şeş civînên salê de jî ti guhertin çê nekir û rêjeya faîzê wek ji %14 eşkere kiribû. Vê yekê jî li beramber pereyên biyanî nirxê lireyê Tirkî daxistibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin