Wezîrê Derve yê Iraqê ji Tirkiyê û PKKê xwest hêzên xwe ji Iraqê derxin

Wezîrê Derve yê Iraqê ji Tirkiyê û PKKê xwest hêzên xwe ji Iraqê derxin

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Iraqê di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de daxwaz ji Tirkiyê û PKK kir tevahiya hêzên xwe ji nava axa Iraqê bibin derve.

Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Hisên bi dema New Yorkê êvara Sêşembê û bi dema Hewlêrê sibeha roja Çarşembê beşdarî di civîna awarte ya Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ya derbarê topbarana roja 20ê Tîrmehê li sînorê Zaxoyê de kir û ragihand, “Hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de lêkolîn kir û zelal bûye ku Artêşa Tirkiyê ew êrîş pêk aniye.”

Fuad Hisên got, Ewa ku Tirkiye dike dagîrkerî ye li ser serwerî û ewlehiya Iraqê, herweha gef e li ser yekbûna axa wê û binpêkirin e li ser ewlehiya herêmî û navdewletî.

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar jî kir, “ewa ku Tirkiye dike rêznegirtin e li yasayên navdewletî û yasayên taybet bi hebûna peywendiya cîrantiyeke baş.”

Fuad Hisên got, operasyonên Tirkiyê di çend salên bihorî de ziyaneke mezin gihandiye welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Fuad Hisên daxwaz kir ku ji bo derketina hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê rêkeftinek bê kirin. Hisên got, Divê rêkeftinek bê kirin û li ser bingeha wê rêkeftinê Tirkiye tevahiya hêzên xwe ji nav axa Iraqê bibe derve, li her cihekî Herêma Kurdistanê yan Iraqê bin.

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir, Hikûmeta Iraqê amade ye li gel Neteweyên Yekbûyî û welatên din kar bike ji bo ku mekanîzmayekê bibînin û li ser bingeha wê, PKK jî di nava axa Iraqê de nemîne.

Wezîrê Derve yê Iraqê herweha daxwaz kir, divê êrîşên di nava axa Iraqê de bi tundî bên şermezarkirin û aliyên berpirs jî bi tundî bên cezakirin.

Fuad Hisên daxwaz jî kir ku tîmeke navdewletî bê pêkanîn da ku lêkolînan li ser êrîşên Tirkiyê bike û daxwaz jî kir ku Tirkiye tazmînatê bide wan welatiyên ku ji ber êrîşên wê zirar gihîştiye wan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin