DAIŞê êrişî kampa koçberan ya Dêrazorê kir, bi sedan sivîl revandin

DAIŞê êrişî kampa koçberan ya Dêrazorê kir, bi sedan sivîl revandin

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê herêma Dêrezorê ya Sûriyê êrişî kampa koçberan kirin û bi sedan kesên sivîl revandin.

A+A-

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihandiye, çekdarên DAIŞ ji rewşa xirab ya hewayê mifa dîtine û bi hevkariya endamên xwe yên veşartî, êrişî kampa Hejîn li nêzîkî gundê Behra yê Dêrezorê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şervanên HSDê pêşiya êrişa DAIŞê girtine ji ber wê jî şerekî giran derketiye, di wî şerî de herî kêm 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û yên din jî reviyane lê hinek akinciyên kampê bi xwe revandine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov jî daye zanîn, çekdarên DAIŞê zêdetir ji 130 malbatên koçber ji kampa Behrayê revandine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin