
Li Îzmirê kamyona koçberan qeza kir
Li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê barhilgira ku koçberên ne yasayî tê de bûn wergeriya û li gor zanyariyên destpêkê 19 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes din jî birîndar bûne.
A+A-
Îro Yekşemê serê sibehê li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê barhilgira ku koçberên ne yasayî hilgirtibûn ji kontrola şofêr derket û ket kanaleke avê.
Li gor zanyariyên destpêkê 18 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûne. Li gor agahiyan jin û zarok jî di nav wan de hene.
Hat ragihandin ku gelek ambûlans çûne cihê bûyerê û kar û xebatên rizgarkirina koçberan berdewam in. Lê derbarê nasnameya koçberan de ka xelkê çi welatekî ne ti agahî nehatine belavkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin