DAIŞê Diyale bi hawinan topbaran kir

DAIŞê Diyale bi hawinan topbaran kir

Çekdarên DAIŞê navçeyeke Diyala bi hawanan topbaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. Li Enbarê jî 6 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

A+A-

Çekdarên DAIŞê navçeyeke Diyala bi hawanan topbaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. Li Enbarê jî 6 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, şeva bûrî di encama topbarana xaleke pişknînê ya hêzên Iraqî li navçeya Haşimiyat li rojavayê Diyale polîsek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hevdem di operasyoneke lêgerîn û pişknînê ya hêzên ewlehiyê li çend navçeyên parêzgeha Enbarê de jî, 6 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Ev di demekê de ye, duhî bi sedema teqînekê li bazareke qezaya Moseyî ya parêzgeha Babilê 39 kes birîndar bûn û li gor jêderan teqîn bi riya motorsîkleke bombekirî bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin