Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dagirîya Cerablûsê û neyekrêzîya navmala kurdî

A+A-

Ewil divê ez bala we bikşînin ser „pîşadîyekê“, ango “tesadûfekê!”

Pîşadî dibêjim, lê bi bawerîya min biryarek bi zanebûn e, ji ber ku Tirkîyê ewil biryara bezandina tixûbê Suriyê û dagirîya Cerablûs’ê da (têt ragihandin ku 20î vê mehê di civîna li Stenbûlê da di bin serpereştîya serokkomar da hat dayîn) paşê, serok Barzanî hat vexwendin bona Enqer’ê.

Di demên serdanên berê da jî helwesta Tirkîyê balkêş bû, di demên hemû serdanên serok Barzanî da Enqerê, tîmên firokên şer dişandin û bi hinceta baregehên PKKê başûrê Kurdistan’ê bombebaran dikir.

Em dizanin, ji ber van bombebaranan zirarên him canî û him jî malî qewimîn.

Kesên ku meraq dikin, dikanin bikevin arşîvê.

Lê vê care, di dema serdanê da artêşa Tirk û bi çend grupên ku bi xwe rahênan û çekdar kirîye ve tixûbê Surîyê bezand û kete Cerablûs’ê.

Bawerim, serok Barzarnî dê rojekê li ser rewşê binivîse, ku wî jî hay rewşê hebû, lê ji ber rewşa hestyar û karûbarê rapirsînê neçar bû serdanê bike.

Jixwe, hatibû vexwendin.

Bêşik, bona kurdekî welatparêz, serdana dewletên dagirker herdaîm li ser gîyanê barekî giran e, di dema serdanê da dil teng bibe, mirov nikane dilnîya bibe.

Di her programên telewîzyonên Tirkîyê da, dîsa di piranîya nûçeyên da behsa neyekrêzîya Bizava Siyasîya Kurdan têt kirin, taybetî di medyayê da ev wekî “derfetek zêrinî” têt nirxandin.

Bona rojavayê Kurdistanê jî em heman gotin û helwest dibînin, bila em zanibin ku gellek sazî û kesên pispor rewşa rojavayê Kurdistan’ê dişopînin, derbarê nakokîyên di navbera Tev Dem û ENKSê da raportan pêşkêşî dewletê dikin.

Bêşik ev neyekrêzî, qetbûna siyasî li rojavayê Kurdistan’ê him dewleta Tirk wêrek dike û him jî derfetê dide, ku ew vê rewşê di peywendiyên bi dewletên hevpeyman û qada navneteweyî da bi kar bîne.

Mînaka vê ya herê balkêş, helwesta Tirkîyê derbarê Hevdîtinên Cenevê da bû, ku ew li ber beşdarbûna PYD asteng bû, bi ser jî ket.

Mînaka dawî jî, bezandina tixûbê Suriyê û dagirîya Cerablûs’ê ye, ji ber ku ew dizane Kurd ne yekrêz in, ne hevkarê hev in, ew rewşa siyasî û serbazîyê rojavayê Kurdistan’ê dişopînin û hay ji dijberî û nakokîyan hene.

Eger li rojavayê Kurdistan’ê Tev Dem û ENKS di nav hevkarî yê da bûna, bila bawerîya we hebe ku Tirkîyê ewqas bi hêsayî nikanibû tixûb bibezîne û Cerablûs’ê û deverê dagir bike, bi navê Arteşe Azada Suriyê (AAS) hinek grupên civandî û çekdarkirî li wira bicî bike.

Di medyaya Tirk da û ji rayedarên dewletê gellek sedemên bezandina tixûb û dagirîya Cerablûs’ê li duhev tên rêz kirin, ji vana hinek ne cidî ne û bi mebesta propoganda û ajîtasyonê bi kar tên.

Bo mInak dibêjin, bona ewlekarîya tixûp û deverên Tirkîyê  ev “operasyon.”

Lê, eger mirov sê salên bihurî bibîr bîne ev hincet ne rast e, ji ber ku di sê salên bihurî da bi dehan moşek li devera Kilîs, Serêkaniyê, Kanîya Xezelan û derdorên tixûbê Tirkîyê ketin û bi teqîna van moşekan bi dehan hemwelatiyên Tirkiyê û koçberên Suriyî jîyana xwe ji dest dan.

Rojên moşetên DAİŞê li deverên tixûbê Tirkîyê diketin, tenê behsa beramberîya “angejmanê” dihat kirin.

 

Hincetek din, qaşo paqişkirina DAİŞê ji navçeyên Suriyê li ser an nêzikî tixûp, ev jî ne sedemek sereke ye, ji ber ku sê salên DAİŞ li van navçeyan e û bi ya amarên saziyên ewlekarîya Tirkîyê, nêzikî 50 hezar kesan tixûp derbas kirine û tevle DAİŞê bûne.

Vêcarê divê mirov bipirse, gelo çima heta îro “operasyonekî” weha pêk nehat?

Dîsa hincetek din, pêkanîna “herêmek ewle” bona koçberan!

Rast e, Tirkîyê ji destpêka alozîya Suriyê daxwazek weha dikir, lê ti dewletan rê li ber negirtibû bi xwe newêribû peyana damezrandina herêmek weha bide, jê ra dihat gotin, taybetî DYA,  “eger dixwaze dikane bi sere xwe bike”, heta DYA ev han dida, lê bi xwe nebawer bû û nekir.

Ev hemû jî hincetên, lê evan her hebûn, îro çi hat guhertin ku di hundirê çend rojan da ev biryar hat stendin.

Pêdivî tine ye mirov li hinceta bezandina tixûp bigere, ji ber ku serokwezîr jî û serokkomar jî çendin caran dubare kirin, ku “ew nahêlên herêmek kurdî di bakurê Suriyê da bêt damezrandin”, heta serokkomar li çavên bîst milyon kurdên li Tirkîyê û bakurê Kurdistan’ê nirî got, “wekî bakurê Iraqê”, ango başûrê Kurdistan’ê

Bi rizgarkirina Menbiç’ê hat ragihandin ku bi serkêşîya YPG, HSD bere xwe dan Bab û Cerablûs’ê, di hinek medyaya Tirkîyê da wêneyên qaşo karwana DAİŞîyan hat weşandin, bi bawerîya min ev wêneyê karwanekî sivîl bû, qet nedişibîya karwanê DAİŞê.

Bi ya medyaya Tirk, ev karwan diçû Cerablûs’ê û serketina Minbic’ê, gavek girîng bû bona gihandina Kobanî û Efrîn’ê, ev jî dibû bêtarek bona dewleta Tirk!.

Hinceta derbasbûna “rojavayê Feratê” jî ne di cî da ye, ji ber em dizanin bi mehan e HSD li rojavayê Ferat e, Tirkîyê ameje pê dikir lê ne wekî îro.

Bi bawerîya min hinceta herê girîng (piranî nirxandin jî weha dibêjin), gengeşiyên piştê rizgar kirina Minbic’ê û tirsa dewleta Tirk, ku bi serketinên YPGê ûHSDê û derfeta bihevra girêdana kontona Kobanî û Efrîn’ê bidest dikeve.

Dibe hincetek jî moralî be, taybetî piştê derbeya eskerî, ku bandorek neyînê li ser arteşe kirîye.

Sedem ev e, pêkhatina herêmek kurdî ye li rojavayê Kurdistan’ê, ku gellek caran behsa federalîzmê hat kirin.

Hincet ev e, lê destûr ji kê hat, kîjan dewletê rê li ber Tirkîyê xweş kir?

Bêşik, bi serdana serokkomar ya Rusya’yê û herweha DYA, rê li ber Tirkîyê xweş kirin.

Bona Rusya’yê û DYAyê têkbirina DAİŞê herî girîng e, paşê berjewendiyên dewletan dikeve rojevê, paşê çareserîya alozîya Suriyê û paşê paşê dor dê bêt Kurdan.

Lê, eger li rojavayê Kurdistan’ê yekrêzîya navmala Kurdî pêk bêt, rewşa navxweyî û navneteweyî wekî îro nabe, hêza kurdî dê karîger be li ser rojevê.

Divê carek din bi amancê yekrêziyê TevDem û ENKS lihev rûnin, li rêkevtinên Hewlêr û Dihukê vegerin.

Yekrêzî bi fîdekarî serdikeve, bona her kurdekî welatparêz destketiyên neteweyî girîng in, berî partîyan.

25.08.2016/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin