CPT: Tirkiyê dixwaze pênc bingehên serbazî li Herêma Kurdistanê ava bike

CPT: Tirkiyê dixwaze pênc bingehên serbazî li Herêma Kurdistanê ava bike

.

A+A-

Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) diyar kir ku Tirkiye bi operasyona Pence-Kilîl dixwaze 5 bingehên din ên serbazî di nav axa Herêma Kurdistanê de ava bike.

Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) li Herêma Kurdistanê, ragihand ku ji destpêka operasyona Pence-Kilîd ve 11 xanî û otomobîlên sivîlan zirar dîtine û ziyan li cotkaran jî bûye.

Endamê CPT yê li Herêma Kurdistanê Kameran Osman li ser operasyona Pence-Kilîl ya ku di 18ê Nîsana 2022an de dest pê kir, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Çend cihên xelkê navçeya Berwarî Bala û deverên şer ziyan dîtine, di nav wan de 11 xanî û çend otomobîl jî hene û sektora geştyariyê zirar ditîye, gelek cotkarên herêmî û kesên ku giyayên biharê berhev dikin niha nikarin bigihîjin wan deran û zirarmend in."

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) li Herêma Kurdistanê, Tirkiyê hêzên xwe yên serbazî bi helîkopteran li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Kurejaro bi cih kiriye.

CPTyê di daxuyaniya xwe de got, "Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 19 kîlometreyan ketiye nava sînorê Şêladizê ya Herêma Kurdistanê û hewl dide 5 bingehên serbazî li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndar, Ars Fars, Werxelê û Kurejaro ava bike."

CPT ya Amerîkî diyar kir, ji roja destpêkirina operasyona Pence-Kilîl ve, Hêzên Hewayî yên Tirkiyê bi giranî herêmên Avaşîn, Basya, Zap, Kurejaro, Metîna û gundên herêma Berwarî Bala bi alîkariya helîkopter û dronan bombebaran kiriye û li wan herêman şer berdewam dike.

CPT her wiha destnîşan kir ku operasyonê tirs belav kiriye û got, ''Operasyona Pence-Kilîd li devera Amêdiyê bûye cihê tirs û fikaran di nav sivîlan de. Ji tirsa hedefgirtin û bombebaranê gundî nikarin biçin çiyayên herêmê giyayê biharê ku yek ji çavkaniya debarê ya gundiyan e, kom bikin. Di heman demê de şerê li herêmê bandor li sektora geştyariyê jî kir."

Di 29 salên borî de 380 gundên parêzgeha Duhokê ya sînorî ji ber şerê navbera Tirkiye û PKKê hatine valakirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin