
Mesrûr Barzanî bi Tony Blair re civiya
.
A+A-
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê berê yê Îngîltere bi Tony Blair re li Londrayê hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de her dû teref behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û rewşa giştî kirin.
Di hevdîtinê de pêngavên hukumeta Herêma Kurdistanê yên di warên pircûrebûna aboriyê, dîjîtalîzebûna xizmetên giştî û reformên ku hatine kirin de axifîn.
Barzanî do bi serokwezîrê Brîtanya bi Boris Johnson re û gelek wezîran re hevdîtinan kiribû. Îro jî piştî axaftina li Chatam House bi hinek wezîran re hevdîtinan kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin