Cizîrî: Platforma Zimanê Kurdî ne dijbereke sîyasî ye

Cizîrî: Platforma Zimanê Kurdî ne dijbereke sîyasî ye

Got jî: “Ew ligel Serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglu jî civîyan, pêşwazîya wî jî ji daxwazên Platformê re baş bû. Lê me got ku pirs zimanê Kurdî tenê bi kursan çareser nabe û divê di dibistan û zanîngehan de bibe zimenekî fermî.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pevdarê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re ragihand, ew bi şandeke berfireh çûna Enqerê û dixwazin bi partîyên ku nûnerên wan li Parlemana Tirkîyê re hene bikin, lê AK Partî û ÎYI Partî bersiva wan neda. HDP, CHP û Partîya Saadetê bersiva wan da.

Şerefxan Cizîrî dîyar kir, daxwaz wan wek Palatforma Zimanê Kurdî ji hemû alîyên Parlemanê ew in, zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdeyê û Sazîya Zimanê Kurdî ava bibe û ji alîyê Parleman û Hikûmetê ve bê pênasekirin.

Amaje bi wê da, ew bi şandeke HDPê bi serokatîya Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Perwîn Buldan re civîyan û HDP pêşwazî û piştevanî li daxwazên Platformê kir.

Got jî: “Ew ligel Serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglu jî civîyan, pêşwazîya wî jî ji daxwazên Platformê re baş bû. Lê me got ku pirs zimanê Kurdî tenê bi kursan çareser nabe û divê di dibistan û zanîngehan de bibe zimenekî fermî.”

Amaje bi helwesta Serokê CHPê da û got: CHP û Kiliçdaroglu daxwazên Platforma Zimanê Kurdî red nekirin, lê wî got, rewşa Tirkîyê hinekî aloz e û dibe ku rojeva Tirkîyê bo bicihkirina van daxwazan ne guncaw be.

Da zanîn, îro ew ê ligel Nûnertîya Yekîtîya Ewropa ya li Enqerê bicivin û herwiha ew ê ligel Serokê Partîya Saadetê jî bivivin.

Li ser bêbersivîya AK Partîyê, Şerefxan Cizîrî got, AKP Partî hin gav ji bo zimanê Kurdî avêtine, lê reng e AK Partî ji ber rêkeftina xwe ya bi MHPê re naxwaze pirsa zimanê Kurdî bîne rojevê.

Tekez kir, ew wek Platforma Zimanê Kurdî ne dijbereke sîyasî ne û dijminahîya sîyasî bi ti alîyekî re nakin, ew tenê daxwaza mafên mirovan ên bingehîn dikin û dixwazin mafê zimanê Kurdî bidest bixin.

Li ser hevdîtina bi Nûnertîya helwesta Yekîtîya Ewropa got: Mafên me rewa ne, ew maf jî hem ji welatîbûna me tê û hem jî ji hebûna Kurdan tê. Divê Yekîtîya Ewropa xwedî li perensîpên xwe derkeve û ji Tirkîyê bixwaze jî ew jî xwedî lê derkeve, ku ev mafê ti zîyaneke xirap bi ser Tirkîyê de neyîne.

 

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin