"Ciwanek bi îşkenceyê di girtîgeha Rêveberiya Xweser de hat kuştin"

"Ciwanek bi îşkenceyê di girtîgeha Rêveberiya Xweser de hat kuştin"

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, ciwanekî ji Basûtê di bin îşkenceyê de li zîndaneke Îstixbarata Rêveberiya Xweser li Helebê hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê rêxistinê di daxuyaniyekê de ragihand, ciwanê bi navê Diyar Xelîl Omer yê 19 salî ku bi navê Ebdû Muxtar dihate naskirin destpêka meha borî ji aliyê Îstixbarata Rêveberiya Xweser li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê hatibû bangkirin.

Li gor daxuyaniyê,  Îstixbarata Rêveberiya Xweser ji Diyar Xelîl Omer gotibûn ku ew dê çend pirsan ji wî bikin, piştre wê vegere mala xwe, lê Diyar venegeriya mal, piştre termê wî ji bo malbata wî hate radestkirin.

Herwiha Rêxistina Mafê Mirovan,da zanîn ku  Îstîxbarata Rêveberiya Xweser ji malbata wî re gotiyê Qedexeye hûn wêneyên termê wî bigrin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê dibêje, Pijîşkiya Dadê li Helebê diyar kiriye Diyar di bin îşkencê de hatiye kuştin, bi hesin û tiştên tûj û tund li wî xistibûn.

Raporta Pijîşka Dadê ya Rêveberiya Xweser jî dibêje Diyar ji ber tenge-nefesiyê canê xwe ji dest daye.

Diyar, duh li gundê Aqîbê yê nahiya Şêrawa hate veşartin.

Diyar berê karmendê Rêveberiya Xweser bûye, di warê çand û hûnerê de kar kiriye.

Di derbarê vê bûyerê de heta niha rêveberiyê tiştek negotiye.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin