Rûsya: Çekdarên girêdayî Tirkiyê berhemên dîrokî yên Efrînê didizin

Rûsya: Çekdarên girêdayî Tirkiyê berhemên dîrokî yên Efrînê didizin

.

A+A-

Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê Oleg Yegorov ragihand ku grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê şûnwarên dîrokî wêran dikin, berhemên dîrokî yên ku dîtine bi qaçaxî derbasî Tirkiyê kirine û li wê derê firotine.

Oleg Yegorov duh di daxuyaniyekê de ragihand ku endamên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi kolandina şûnwarên dîrokî yên Efrînê ziyaneke mezin gihandine mîrateya çandî.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Rûsî TASSê, Yegorov ragihand berhemên ku li herêmên ji aliyê grûpên çekdar ve hatine wêrankirin, hatine dîtin, paşê li bazara reş hatine firotin.

Oleg Yegorov di daxuyaniyê de got “Çekdarên girêdayî grûpên hêzên çekdar ên ku li Sûriyê li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de tevdigerin, li nêzî bajarê Efrînê ji bo berhemên dîrokî yên bi qîmet bi awayekî ne qanûnî kolandinê dikin. Xebat bi makîneyên kar ên mezin û teqemeniyan tên kirin û ev yek ziyaneke mezin dide şûnwarên çandî yên Sûriyê.”

Li gorî Yegorob, berhemên giranbiha yên ku ji erdê tên derxistin, ji bo li bazara reş bên firotin, dişînin Tirkiyeyê.

Ji sala 2018an ve talankirin berdewam e

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û heta niha, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Ereb û Tirkmenên hawirde li cihên Kurdan hatin bicihkirin

Ji ber êrîşan bi sed hezaran Kurd cih û warên xwe terikandin. Ereb û Tirkmenên hawirde li cihên ku Kurd neçar man koç bikin hatin bicihkirin.

Peykerê şêr ê 3000 salî hat dizîn

Grûpa çekdar a bi navê Sultan Murat a ku Tirkiye piştgiriya wê dike, di Kanûna 2019an de peykerê şêrê dîrokî yê 3 hezar salî ji Perestgeha Eyn Dara ya ku sembola Efrînê bû dizîn.

Perestgeha dîrokî di 26ê çileya 2019an de di encama bombardûmana esmanî ya Tirkiyê ya li dijî Efrînê de zerareke mezin dît.

Rêveberê Şûnwar û Muzexaneyan li Sûriyê Dr. Mehmûd Hemûd ragihandibû ku, şûnwarên Dîrokî li Eyn Dara li Efrînê, ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdaran ve hatine dizîn, beşekî mezin jî ji ber lêgerîna qaçax hatine wêrankirin.

Rêveberê Şûnwar û Mozexaneyan li Sûriyê her wiha got, li Eyn Dara gelek perçeyên dîrokî yên Baziltî mezin hebûn, ku nirxê wan ne kêmî peykerê şêr bû li wê deverê.

Herwiha aşkere kir ku, Nebî Horî jî li Efrînê, ku dîroka wê xwe dirêjê demsalên klasîk dike û yek ji cihên herî dîrokî ye li cîhanê û li Efrînê, ew jî hatiye dizîn û wêrankirin.

Girê dîrokî jî hat rûxandin

Di meha Nîsana îsal de, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, Girê Hibişko yê li nêzî devera dîrokî ya Çemê Reş a navçeya Raco ya Efrînê wêran kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdaran ew dever ji bo dîtina berhemên dîrokî kolandine û ziyaneke mezin danê.

Herwiha di Nîsana 2022an de herêma Girê Ziravka ya gundê Omo yê navçeya Mabata ya Efrînê jî ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve ji ber talankirinê hatibû wêrankirin.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin