Çîroka wêneyê ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’

Çîroka wêneyê ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’

.

A+A-

Wêneyê zarokekê li nav dibistanekê û li ber textê reş ku li ser ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’ nivîsandiye; ev wêne 48 sal berî niha ji aliyê rojnamevanê Fransî Chris Kutschera ve hatiye girtin. Ew keça biçûk a li ber textê reş niha 56 salî ye û li Silêmaniyê ye.

Şine Eli Eskerî ku li ber nivîsa ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’ rawestiyaye, keça Elî Eskerî ye ku fermandarê Pêşmerge û Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û paşê jî bûbû Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK).

Dîroka wêne bo 48 sal berî niha vedigere

 

Şinê Eli Eskerî: Temenê min wê demê nêzikî 6 salî bû

Şine Eli Eskerî derbarê çîroka wêneyê de ku bûye îkonek û di nûçe û raportên derbarê perwerdeya Kurdî de bi awayekî aktîv tê bikaranîn, ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew wêne sala 1974 li Gelale ku bajarokek e li herêma Balekayetî ya li qezaya Çoman, hatiye girtin û dîroka wêne vedigere bo 48 sal berî niha.

Ew keça biçûk ku niha 56 salî ye, diyar dike, “dema ku ew wêne hat girtin, temenê min derdora 6 sal bû û ez tenê wek guhdarek diçûm dibistanê, ji ber ku dayika min li wê dibistanê mamoste bû. Wê demê min cilên Kurdî li xwe kiribûn û Chris Kutschera çend wêneyên min ên din jî girtin.”

Bombebaran û perwerde

 

Çend wêneyên Şinê Elî Eskerî

Di wêneyê de ronahiyek heye û li ser sedema wê jî Şine Eli Eskerî dibêje, “Wêne bi şev hat girtin, ji ber ku ji ber bombebarana firokeyan (Rejîma Sedam Husên) me nedikarî bi roj biçin dibistanan. Ew a li ser serê min tê dîtin, ji bo ronîkirina odeyê dihat bikaranîn da ku wêne jî xweşiktir derkeve. Berî wêneyê min, wêneyên çend xwendekarên din jî hatin girtin ku li nav polê raketibûn.”

Şine Eli Eskerî sala 1966an jidayîk bûye û du kurên wê hene ku herdu jî zewicîne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarte berdewam e û malbat û zarok dikarin heta roja 21ê Çile dersa Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hilbijêrin.

'Rûdaw karekî gelek baş dike'

 

Şine Eli Eskerî li gel malbata xwe

Li ser mijara dersên bijarte yên Kurdî Tora Medyayî ya Rûdawê rûmaleke berfireh daye destpêkirin û rojane raport û nûçeyên taybet li rewşa zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê, belav dike û wêneyê Şine Eli Eskerî yê li ber ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’ jî wêneyekî sereke ye ku di van raportan de tê bikaranîn.

Şine Eli Eskerî li ser vê mijarê jî dibêje, “Rûdaw tiştekî gelek baş dike ku berdewam derbarê zimanê Kurdî de raport û pêdeçûn hene. Bêguman ev tiştekî gelek baş e û ez li gel wê yekê me ku divê gelek zêdetir girîngî bi zimanê Kurdî bê dayîn, ji ber ku ji mêj ve xebat û qurbaniyên zêde bo zimanê Kurdî hatine dayîn. Ez hêvîdar im li Kurdistanê zêdetir girîngî bi zimanê Kurdî bê dayîn.”

Kê ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’ nivîsand?

 

Şine Eli Eskerî li gel bavê xwe

Li ser wêne; ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’ hatiye nivîsîn û Şine Eli Eskerî li ser vê yekê jî dibêje, “Dayika min (Nûbihar) ku niha dijî, wê demê li wê dibistanê mamoste bû û her wê bi xwe li ser textê reş ‘Kurd, Kurdî, Kurdistan’ nivîsand.”

Şine Eli Eskerî gelek xemgîn e ku heta niha jî nekariye serdana cihê wî wêneyî bike, ji ber ku beşeke jiyana wê li Swêdê ye û li gel malbata xwe li wî welatî dijî. Şinê Eli Eskerî dibêje, “Hêviya min ew e, berî ku bimirim, careke din wî cihî bibînim û biranînên xwe yên zarokatiyê bibîr bînim.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin