Xalên sînorî yên di navbera rojava û rohilatê Firatê de tên zêdekirin

Xalên sînorî yên di navbera rojava û rohilatê Firatê de tên zêdekirin

.

A+A-

Nûçeyên ku derbarê vekirina dergehên derbasbûnê di navbera navçeyên di destê hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de li parêzgeha Dêrezorê bûne cihê dilgiraniye beşekî ji xelkê ku li rojhilatê Feratê dimînnin. Omer Ebû Leyla, rojnamevan û şîrovekarê siyasî ku xelkê Dêrezorê ye, ji Rûdawê re got, heta niha vekerina deriyekî derbasbûnê li nêzîk Baxoz nehatiye piştrastkirin.

Vekirina xalên derbasbûnê di navbera navçeyên di jêr destê hikûmeta Sûriyê û navçeyên Rêveberiya Xweser de li parêzgeha Dêrezorê bûne cihê guman û nerazîbûna beşek ji xelkê herêma jêr destê hêzên HSDê.

Xala El Salihiye ya derbasbûnê li bakurê Dêrezorê ku berî salekê di navbera herdu navçeyên hikûmeta Sûriyê û HSDê de hatibû vekirin.

Derbarê nûçeyên vekirina xaleke derbasbûnê ya nû li nêzîkê Baxozê, rojnamevan û şîrovekarê siyasî, Omer Ebû Leyla ku xelkê Dêrezorê ye, ji Rûdawê re da zanîn ku heta niha ew yek nehatiye piştrastkirin, lê behsa metirsiya vekirina xalên derbasbûnê yên li ser çemê Feratê kir.

Şîrovekarê Siyasî Omer Ebû Leyla got: “Derbarê xalên derbasbûnê yên avî ku vê dawiyê li Dêrezorê hatine vekirin, bi nêrîna min dê bibin gef li ser ewlehî û aramiya rojhilatê Dêrezorê, berûvajî ku rejîma Esed û milîsên Îranê dibêjin ku taybet in bi sivîlan. Dê qaçaxçiya bi çekan û şandina şaneyên raketî zêde bibin. Di vê dema dawiyê de, Hevpeymaniya Navdewletî kontrola xwe li ser xalên derbasbûna bi qaçaxî tund kiribû, lê niha ji nişka ve em dibînin ku xalên derbasbûnê yên nû di navbera herdu qeraxên Çemê Feratê tên vekirin bi behaneya ku dê çûn û hatina xelkê sivîl di navbera herdu aliyan de hêsan bike, lê ez bawer dikim ku  ev yek dê rewşa ewlehiyê li rojhilatê Feratê têk bide."

Li bakurê Dêrezorê, li rojhilatê Çemê Firatê, hejmarek gund di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de ne ku ew jî Hûseyniye, Salihiye, Hetle, Merat, Mezlûm, Xeşam û Tabiye ne. Xelkê wan gundan ku koçberî navçeyên HSDê bûne, wek nerazîbûnê xwepêşandanan dikin û daxwazê ji Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku wan gundan ji destê milîsên Îranê derxînin daku ew vegerin ser malên xwe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin