Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Çima „Enîya Kurdistanî“ nebe?

A+A-

Hêj coş û peroşa helmeta rapirsîna (referandum) sîstema serokkomariyê (rastîya xwe seroktî ye) nizm nebûye, li ser hilbijartina sala 2019an ji îro va gengeşîyan dest pê kir.

Wekî em dizanin, xalên nû ên makezagonê ku di rapirsinê da 51,4% bi dengên erê hatibûn qebûl kirin, divê sala 2019an him hilbijartina parlementê û him jî serokkomar bêt hilbijartin.

Sala 2019an li Tirkîyê û bakurê Kurdistan’ê salek gellekî girîng e, ji ber ku du hilbijartin hene; yek, di meha adarê da hilbijartinên şaredariyê û encûmenên parezgehan (wîlayetan); du, di meha mijdarê da du hilbijartin bi hevra dê bibin, ango him serokkomar û him jî parlement dê bên hilbijartin.

Bê guman, pêdivî tine ye ku ez dûr dirêj behsa giringîya hilbijartina şaredarîyan bikim, ji ber ev hilbijartin dê encama siyaset û helwesta hikûmetê eşkere bike, ku hikûmetê bi avakî nedemokratîk dest danî ser şaredarîyan û pirranîya serokşaredarî hatin desteser kirin, li şûna wana kayyim hatin pişandin.

Ji ber herdu hilbijartinan, di sala 2019an da him atmosfera siyasî dê gellekî bi çoş û peroş be û him jî, bi giştî, aramîya Tirkîyê û bê guman ya herêma bakurê Kurdistan’ê dê gellekî hestyar be.

Saziyên siyasî, taybetî partiyên bakurî, pêdivî heye ku ji îro va xwe ji rewşa siyasîya wê salê ra amede bikin.

Pirs ev e, gelo em helwestek çawa bigrin ku encamên rapirsîna serokkomariyê bona mafên neteweyî û demokratîk bibe derfeta konaxek serketî?

Vekirî dixuye, ku dengên Kurdan di van herdu hilbijartinan da, taybetî di hilbijartina serokkomariyê da dikane li ser encamê karîger be.

Encama rapirsîna bihurî ev rastî selmand, lê bes divê ev derfet bi aqlekî hêja bikar bêt.

Bona vê stratejîyek siyasî divê, ne bi fetişîzma partîyê, amanc yekrêzîya siyasî ye bona bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk gavek kêrhatî ye.

Bi vê helkeftê dixwazim bêjim, ku hinek cûdahiyên Tirkîyê hene, di hinek hêlan da naşibe Iraq, Suriyê û Îranê her çiqas ev mijarek din be jî, pêdivî heye ku têkoşîna neteweyî vê rastiya li ser erdê zanibe.

Ji ber vê, bawerîya min ev e ku li bakurê Kurdistan’ê divê têkoşîna siyasî û demokratîk derkeve pêş, giranî û rengê xwe bide ser pêvejoya têkoşîna neteweyî.

Ev, di heman demê da çarçoweya daxwazên me datîne.

Ango, bona paşerojê, bona têkoşîna siyasî taybetî bona sala 2019an ji îro va amedekarîyek berfireh divê.

Çima „Enîya Kurdistanî“ neyê damezrandin?

Hemû partiyên Kurdistanî, partiyên ku bi israr daxwaza mafên neteweyî û demokratîk dikin di nav vê eniyê da, çima çî negrin?

Amanc, hilbijartinên sala 2019an be, ligel Saziyên Sivîl ên Demokratîk peywendiyên dostanî û pêştevaniyê bêt danîn, çima gund bi gund, bajar bi bajar ji îro va negerin?

Bi siyasetek rayonel û bi daxwazên realîst bibe despêke nû, wekî pêleka serenceyê ya destpêkê…

Divê ji îro va hewl bêt dayîn, ku wekî rapirsîna îro dengên Kurdan nebin sê paran.

Girîngî ev e, encamek kêrhatî bêt stendin, destpêkek kêrhatî derkeve pêş.

Mebesta min ev e, ku balê bikşînim ser encamên hijbijartin an rapirsinê, ji ber ku bona têkoşîna siyasî ya bakurê Kurdistan’ê gellekî girîng e.

Ji îro va em dikanin bêjin, ku ger amedekarîyek baş bêt kirin, rol û destê siyaseta bakurê Kurdistan’ê dikane ji îro hêztir bibe, li ser paşeroja siyasî ji îro bêhtir xwedî bandor be.

Encam û gengeşiyên li ser hilbijartinan selmand, ku li Tirkîyê, eger Kurd bixwazin li ser encamên hilbijatinê dikanin bibin karîger, divê piranîna dengdêran bi avakî blok li enîyekî yekrêziya xwe ava bikin.

Belavbûn, li kêrî karîgerîyê naye, wate belavbûn derfetê dide xêrnexwazan ku siyaseta bakurê Kurdistan’ê bikeve rewşek marjînal.

Ne hewce ye ez bêjim, heta Kurd di nava xwe da yekrêzîya xwe pêk nînin, bi partî û saziyên dinê va tîfaq serketî nabe, hevkarî û tîfaqên îdeolojîk demek dirêj nadomin.

Ji ber vê, berpirsyarîya dîrokî taybetî li ser milê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê ye.

Ango, li bakurê Kurdistanê bi mebesta hilbijartin, an rapirsînê divê partîyên bakurî di nav enîyekê da yekrêzîya xwe ava bikin, navê dikane bibe „Enîya Kurdistanî“ temamen legal û bona têkoşînek demokratîk û siyasî.

Bona me girîngî ev e, em rapirsîn û hilbijartinên li Tirkîyê bona bi destxistina mafên demokratîk bikin zemînekî û ev zemîn di sala 2019an da bêkar bêt, neku bona rewatîya hinek kes û derdoran, an partîyan bibe amraz û keysekê.

06.05.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin