Carekedin di navbera Asayîşa Êzîdxan û Artêşa Iraqê de şer derket

Carekedin di navbera Asayîşa Êzîdxan û Artêşa Iraqê de şer derket

.

A+A-

 Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniyekê de ragihand ku serê vê sibehê carek din di navbera Artêşa Iraqê û Asayişa Êzidxanê de li Şingalê şer derket.

Li Şengalê îro jî artêşa Iraqê hewl da xalên Asayîşa Êzîdxanê dorpêç bike û di encamê de dem dem pevçûn derketin.

Peyamêrê Rûdawê ragihahan ku piştî duh îro dîsa li nahiya Tilezêr û komelgeha Girzerik artêşa Iraqê ji Asayîşa Êzîdxanê ya ser bi Yekîneyên Berevaniya Şingalê ve hin xalên kontrolê bicih bihêlin, lê wan qebûl nekirin.

Encûmena Xweseriya Şingalê jî ragihand ku hêzeke Artêşa Iraqê saet 2ê nîva şevê bi ser Asayîşa Êzdîxanê ya li Nahiya Tilizêr de girt.

Li gor daxuyaniya Encûmena Xweseriya Şingalê, artêşa Iraqê dixwaze wan navçeyan kontrol bike ku di bin parastina Asayişa Êzidxanê de ne.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku, riftara Artêşa Îraqê weke ya Artêşa Tirkiyê ye.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn ku niha pevçûn rawestiyane lê eger heye dîsa destpê bike.

Ev duyemîn şer û pevçûn in ku ji duh ve di navbera Artêşa Iraqê û hêzên Asayişa Êzidxanê yên serbi YBŞ rû dide.

Duh êvara Duşemê saet derdora 18.00 li komelgeha Dugurê ya bi ser nahiya Sinûnê di navbera hêzên artêşa Iraq û Asayişa Êzidxan a ser bi Yekîneyên Berevaniya Şingalê ve ku nêzîkî PKKê ye şer derketibû.

Peyamnêrê Rûdawê Yûsif Rabih diyar kiribû ku di şer de çekên sivik û giran hatine bikaranîn û di encama şer de ji herdu aliyan jî birîndar hene, lê hejmara wan nehate zanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin