Çar bi Çar: Em dixwazin muzîka Kurdî bi muzîka cîhanî ve bînin cem hev

Çar bi Çar: Em dixwazin muzîka Kurdî bi muzîka cîhanî ve bînin cem hev

.

A+A-

Ji koma muzîkê ya Koma 4x4ê (Çar Bi Çar) Esra Cielo got, “Armanca me ew e ku, em muzîka Kurdî bi muzîka cîhanê ve bînin cem hev.” 

Koma muzîkê ya 4x4 Band (Çar Bi Çar), versîyona Kurdî ya koma rock a Brîtanî ya efsanewî 'We Will Rock You' li ser Youtube weşand.

Ligel ku guhertina 'We Will Rock You' ya bi Kurdî pir hat ecibandin, komê piştî çend rojan klîbek nû parve kir.

Ji koma muzîkê ya Band 4x4 (Çar Bi Çar) Esra Cielo, ji K24ê re axivî û di derbarê karê komê de agahî dan.

Cielo diyar kir ku endamên Koma 4x4ê ji çar parçeyên Kurdistanê hatine ba hev û got: “Her endamek şêwaz û ezmûna xwe heye. Armanca me ew e ku em muzîka Kurdî bi muzîka cîhanî ve bînin cem hev. Em berhemên ku mirovan motîve dike hildibijêrin. Ez wisa difikirim ku em hemû hewceyê vê yekê ne. Koma me bi rastî ji 7 kesan pêk tê. Di nav van 7 kesan de hevalên me yên ku li enstrûmanan dixin, tembûr lêdixin û mastering dikin hene. Lê em 4 kes stranan dibêjin. Esra Cielo, Zhia, Shavo Halaji, Matin Pasayandeh, Bahman Faraji, Afshin Ameri, Shamal Charxandaz.”

Esra Cielo diyar kir ku wan du stranên efsanewî bi Kurdî ve tevlihev kirine û got, “Çend projeyên me hene ku em niha li ser dixebitin. Bi rastî, em dixwazin karên me yên pêşîn hinekî bi surprîz bin.”

Cielo got: “Wekî endamên Band 4x4, em nêzî salekê li Magicbox Company bi hev re dixebitin.”

Herwiha destnîşan kir: “Em gelek naverokan bi zaravayên Kurdî çêdikin û me ev naverok li ser kanala Showbox a Youtube ya di nav Magicbox de bi temaşevan û guhdaran re parve kir. Em li erdnîgariyên cihêreng gihîştine hejmarek girîng a mirovên Kurd. Em hewl didin ku kanalek ku naveroka hunerî û şahî ya bi Kurdî temaşe bike, biafirînin. Wekî din, em hewl didin ku kesên ku zaravayên Kurdî yên cihêreng bikar tînin hêsantir ji hev fehm bikin.”

Cielo tekez kir; ew hewl didin ku di stranekê de gelek şêwazan berhev bikin û got: “Dema ku em vî karî dikin, em hewl didin ku muzîka Kurdî ya dewlemend bigihînin gel. Bêguman, ev kar hewce dike. Rastiya ku her yek ji me ji deverên cihêreng ên Kurdistanê hatin, şêwazê me dewlemend kir. Karê me ji nişka ve baş hate pêşwazîkirin. Me evqas hêvî nedikir. Ji ber ku di rojeva mirovan de pirsgirêkên aborî û tenduristiyê hene. Me texmîn nedikir ku ewqes bala gel bikşîne. Em dixwazin li vir bi rêya we dîsa spasiya wan bikin.”

(K24) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin