Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bûbêyê Qehreman niha weke paçekî li ser nivînan dirêjkirî ye

A+A-

Ez di wê baweriyê de me ku piraniya we hêjayan, kêm zêde rewşa wê girtîgeha Diyarbekirê dizanin, bihîştine û dîtine

Min, hin canik û camêran me li ser vê gelekî  nivîsîne. Loma min xwest îro rewşa xwe bi kurtî ji bona we şirove bikim.

Dema min xwe gihand swêdê (1984), piştî çûyina doktor, emeliyat û nexweşxanan, hinekî bi ser xwe de hatim. Ya rastî min êdî xwe baş didît. Loma ecele dikir ku dest bavêjim mijara wê girtîgehê, kiryar, êşkence û bûyerên li wir diqewîmin dianîn serê me, ji bona we hêjayan binivîsînim û min ew wehşeta wir bi romana GARDIYAN  pêşkêşî  we kiri bû (1994).

Her çiqasî tenduistiya min hinekî baş bû jî. Lê êşa diranan û ketina diranên min destpê kir. Heta min xwe gihand ba doktor tenê çar diranên min saxlem mabûn. Dudu li jor û dudo jî li jêr.  Doktorê min, Suryanîyê me ê Midyatê bû.

Bi rastî wî diranên baş çê kir û heta îro min bi wan îdare kir. Derfetê ku ez ê bikaribin diranên xwe çê bikim tune bû. Her çiqasî li swêd dijiyam jî…

Piştî 15 salan wan dirênên min î doktorê Suryaniyê me çê kiribû ew jî êdî roj bi roj dişkiya wextê wan der bas bû bû.

Werhasil çîroka diranê min jî gelekî dirêj e. Nikarîbûn bi wî halê xwe biçûma civîn û şahiyên Kurdan. Ji ber ku kê ez bi wî halê ditîbim digotin: ”Tu çima diranên xwe çê nake” û ev jî pirseke gelekî zor bû ji bona min.

Rojekê ez li braderekî xwe ê bi salan em hevalên hevdu bûn,  ê me yê anadoliyê (Konya) li restoranta wî bûme mêvan. Camêr halê min dît û wî jî weke gelekan pirsî:

-Kek Bûbê tu çima diranên xwe çê nake.

-Çê kirina diranan gelekî giran e û niha ew derfetê min tune ye

-Na kek Bûbê gelek tişt hatine guherandin. Niha dewlet sedî heftê heqê diranan dide ê din jî tê bide.

Camêr bi nasekî xwe yî doktorê diranan ê swêdî kete têkilîyê û jê xwest ku ew diranê min çê bike.

Wer hasil çûme ba doktor û min jê re got ez dikarim para xwe mehê tenê 1000kronê swêdî bidim.  Camêr li halê min û rewşa min ya min jê re gotibû. Qebûl kir ku ez mehê 1000 kr bidim.

Piştî kontrolkirin û lêkolanên li ser diranê min doktor got:

-Diranên te wê bi 162 heza kronê swêdî çê bibe, para te 39 hezar kron e. Tê wî jî mehê 1000 kr. bide min û me li hev kir.

Îro çêkirina diranên min destpêkir, ew çar diranên mabûn jî têk çûbûn, loma wî îro dudo ji wan ra kir û cihê ku diranê nû li şûna wan biçûne kir.

Hefta bê jî wê herdu diranên din rake. Hûn bawer bikin êşa wê nayê kişandin. Lê ji ber wê êşê ji bona dayax bikim, ez wan zebiniyên ango Gardiyanên wê zîndanê ku diranê me gelekan yên saxlem bi kelbetana zingarî radikirin, dianî û tînim bîra xwe da ku îdare bikin û dikim.

Heta roja îniya bê ez ê herim wê wan herduyên din jî rake. Nivîsandin û gotin rehet e. Lê kesên ev derd nedîtibe nizane çawa ye.

Qehremana zîndana Diyarbekirê mêrxwasî li ber hemî cûre êşkenceyên polîsên tirkan, li ber xwe dida, niha bûye weke paçekî û li ser nivînê xwe dirêj kirî ye.  Nikare xwarinê bixwe, nikare bi telefonê qise bike û wê çar mehan bi vî awayî bijî.

Ez ê êdî weke berê nikaribin binivîsînim, nikaribin bikevim Facebookê ûhwd. Bi hêviya heta çar mehên din em bi diranên saxlem û mejîyekê zîrektir li gel hev bin.

Hûn hemî hêjane, canik û camêrên. Min carna bi nivîsîn xwe dilê we kê jî hiştibe, di vê rewşa xerab de ku carna mirin tê bîra min, li min bibuhurin da ku zû vê êşê biqedînim û em dîsa weke bra li gel hev bin.

Önceki ve Sonraki Yazılar