Blinken: Yekane çareseriya êş û qeyrana Sûriyê çareseriya siyasî ye

Blinken: Yekane çareseriya êş û qeyrana Sûriyê çareseriya siyasî ye

.

A+A-

 Di Konferansa Alîkarîkirina Sûriyê de, Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir û got; divê Neteweyên Yekbûyî li ser wê yekê bixebite ku penaberên Sûriyê bi dilê xwe vegerin cih û warên xwe.

Antony Blinken di gotara xwe de da zanîn: “Serok Biden di wê baweriyê de ye ku divê siyaseta derve, bi hemahengiya welatan ve girêdayî bibe ji bo çareserkirina qeyranên cîhanê, ji ber ku bi tena serê xwe, tu pirsgirêkeke navdewletî nayê çareserkirin.”

Blinken herwiha destnîşan kir: “Derbarê Sûriyê de, divê Neteweyên Yekbûyî ji bo wê yekê bixebite ku penaberên wî welatî, bi dilê xwe vegerin. Herwiha Encûmena Asayîşê jî di demeke herî nêz de bixebite ji bo vekirina hemû deriyên Sûriyê bi mebesta gihandina alîkariyên mirovî bêyî tu rêgiriyekê.”

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê eşkere kir, yekane çareseriya êş û qeyrana Sûriyê, çareseriya siyasî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin