Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Bîranînên Mamoste Beşikci

A+A-

Heya niha min gelek pirtûkên mamoste xwendibûn. Hemû pirtûkên wî di derheqa pirsgirêk, sosoyolojî, dîrok û siyaseta coğrafya Kurdistanê de ye. Bê guman Mamosta jiber vê xebat û lepta xwe bedelekî giran daye. Jiyanek pir zor û zehmet derbas kiriye; 17 salan di hepsan de maye, işkence û eziyetên hovana dîtiye. Ji alê kar û barê aborî pir astengî kişandîye, ji kariyera meslekî mahrum maye. Lê heya îro li ser vê jiyana wî ya zor û zehmet ne wî û ne xeyrî wî tiştek nehatiye nivîsandin. Bi ya min ev kêmasî û valahiyek bû. Çimkî em rehetî karin bêjin ku pêvajoya jiyana Mamoste merheleyek ji dîroka Kurda ya nêzîk e. Lewma pêwîstî heye ku ev valahî werê dagirtin.   

Her çiqas heya niha ev valahî bi têrahî nehatibe dagirtin jî, divan rojên talîde, hinek xebatên hêja çêdibin. Yek ji van xebata Birêz İbrahim Gurbuz e. Kek İbrahim ev demeke dirêje liser biyografya ya Mamoste dixebite û di demek nêzîkde dê werê ber çapê. li gora dîtina min pirtûka mamosta ya bi navê ANILAR jî di vê mijarêde gavek erêniye.  Pirtûk ji nav weşanên İBVê hat weşandin. Ez van roja vê pirtûkê di xwînim.  

besikci-anilar-on-ve-arka-kapak-jpeg.jpg

Her wek tê zanîn Mamoste ne Kurd e lê hemû bîranîn û serbihatîyên wî di derheqa doza wande ye û her bîranînek ji yadin balkêştire. 

Bi xwendina vê pirtukê meriv firsata fêrbûna giranbuhayîya xebat û kesayîtîya mamosta bidest dixe. Ji alê din, meriv gelek ders û mesajên muhîm digre. Lewma ez bi rihatî karım bêjim pêwîste ku her Kurd vê pirtûkê bi xwîne. 

Wekî ku li jor min bi lêv kiribû; Serbihatiyên mamoste hemû balkêşin. Lê yek ji wan, ya ku bi sernivîsa "Feodal Ağa'nın Kürtçe Israrı" hatîye nivîsandin, pir bala min kişand. Ev serbihatîya mamoste ji du sedeme bala min kişand; Sedeme yekem, di derheqa zimande ye. Sedema dudoya, seqetî û çewtîtîya  nêrîn û bawerîyên xortên wê demê nişan dide. Lewma min xwest bi were parve bikim. 

Mamoste di sala 1971'de li Diyarbekir di hepsêde ye. Li gel wî gelek makumên Kurd hene. Yek ji wan Xurşît Axa ye. Xurşît Tirkî baş zane lê qet napeyve. Tenê bi Kurdî dipeyîve. Ên ku pêre bi Tirkî dipeyîvin bersiva wan nade.

Rojekê Xurşît Axa ji makemê tê qawîşê. Xortek ji mahkuma bi Tirkî pirsekê jê dike, lê Axa bersiva wî nade. Xort du sê cara pirsa xwe dubare dike lê Xurşît Axa hîç goh nade. Talî xweyê pirsê hêrs dibe û bi Tirkî wiha dibêje:

"Beni adam yerine koymuyor, soruma cevap vermiyor... Feodal ağa, ne olacak!"

 (Ev feodalê beradayî min zilam hesab nake... Tenezulnake bersiva min bide)

Çaxê Xurşît Axa vê gotinê hisdike, diçe balê û wiha dipirse:

 "Ma tu ne Kurdî? Tu çima bi zimanê dayika xwe napeyivî?

 Xort dîse bi Tirkî dibêje;

"Kürtçe bilmiyorum. Asimile olmuşum..."

Li ser vê Xurşît Axa wiha dibêje:

"Xortê delal, tu Lenin, Stalin, devrim... û hezar tiştên din fêrbuyî. Gotinên Marks ji deve te kêm nabin. Fêrbuna van ne zor e, lê fêrbûna zimanê dayika te li te zor tê... ne wisa? Eybe, şerm e." 

Ez karim bejim ku eger hun bixwazin kesayetî, ked û xebata Mamoste baş fam bikin û nas bikin, pêwiste ku ev pirtûk werê xwendin. Hunê bi sedan bîranîn û buyerîn balkêş di vê pirtûkêde bibinin. 

Bi hêvîya xwenidina hemû bîranînên mamoste...

Önceki ve Sonraki Yazılar