Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Bîranîna mirovê dilsoz...

A+A-

Îro 9 ê Nîsanê 2020 e. 19 sal di ser wefata te de derbas bû. Ezê herdem spasdarê te bim û herdem te bi rêzdarî bibîr bînim...

Dema min te nas kir ez dayikek pir ciwan, bi du zarokên biçûk û xwendekar bûm. Qederê me kir cîranê hevûdu. Te bi dilsozî û fedakarîya xwe cîyekî pîroz li ba min û di dilê zarokên min de çêkir.  Dema zarokan digotin ”apo Sidiq” ruyê te geş dibû, te ji wan re digot xezala apê xwe, bavê apê xwe, te wan datanî ser çokên xwe û bi dilxweşîyek mezin bi kurdî bi wan re dipeyivî ... Dema em havîna diçûn welat û vedigerîyan te bang zarokan dikir ji bo tu gotinên kurdî yên ku ew li welat li nav zarokan hîn bûne bibihîsî… Tu biçuya kîjan malê zarok û ciwanên malê li te kom dibûn. Herkes hezkirina te bi hezkirina xwe li te vedigerand. Te herdem qîmet dîda her mirovî çi mêr çi jin çi zarok...

whatsapp-image-2020-04-10-at-11-06-22-1.jpeg

Ez xwendekar bûm û wê demê min di computera pirtûkxaneyê de dersên xwe çêdikir. Dema min ji te re got ez dixwazim ji xwe re computer bikirim û min behsa, Windows, disk, word û tiştên computer kir, te yekser bi dilşadî û kêfxweşî got mala xwedê ava be ku jinên kurdan bala xwe didin computeran. Te hem alîkarîya min ya ez computerek çawa bikirim û hem jî min hînî bikaranîna programan kir.

Te qîmet da kurdîya min û kurdîya zarokên min. Em bi kurdî dijîyan û ev yek te dilşad dikir û ew dilşadîya te hêz dida min ku bêhtir li ser kurdîya herdû zarokên xwe bisekinim. Dema em dihatin serdana te, cîyê herdûyan jî himbêza te bû. Te wan bi hezkirin datanî ser çoka xwe... Wan jî her dema ji bexçeyê zarokan dihatin mal, yekser berê xwe didan mala apê xwe Sidîq..

Ez gelek dilşad im ku li welatekî xerîb, li dilsozek doza kurdî mîna te, rast hatim...

Em îro 9 nîsanê di salvegera wefata te de hatin serdana te,me kulîlk û Ala Kurdistanê ji te re anî ... Ji bo em bêjin berxwedan jîyan e! Em berdewam in li ser doza me ya hevpar, evîna welat û zimanê kurdî. Bi hêvîya em bi mizgînîya azadîya Kurdistanê werin serdana te.

Bizanibe ku em warê te û warê bapîran zimanê kurdî zindî dihêlin... Salar û Midya bi kurdî mezin bûn û tev dayîka xwe spasdarê apo Sidîq in

Ruhê te şad be birayê hêja û pîroz ...

Li ser kevirê gora Mehmet Kaya (Aslan Sidiq) weha dinivise;

”Di evîna xwe de bê şik

Di şerê xwe de bê tirs

Di jîyana xwe de bê dek bû ”

whatsapp-image-2020-04-10-at-11-06-22.jpeg

 

Önceki ve Sonraki Yazılar