“Bila rojnamegerên girtî jî li malê bimînin”

“Bila rojnamegerên girtî jî li malê bimînin”

Înîsîyatîfa “Haberin var mı?” (Te hay jê heye) xwestîye ku rojnamegerên girtî serbest bimînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Înîsîyatîfa “Haberin var mı?” (Te hay jê heye) xwestîye ku rojnamegerên girtî bila ji ber gefa koronavirusê serbest bên berdan.

Înîsîyatîfê dîyar kirîye ku li Tirkîyeyê rêjeya girtîyên li 389 girtîgehan ji sedî 121 e û gotîye rojnameger di nava xetereyê de ne.

Înîsîyatîfê di daxuyanîya xwe de wiha gotîye:

“Heta meha Kanûna Pêşîyê li girtîgehan ji sedî bêhtir rojnameger jî di nav de 208 hezar cezaxwar, 55 hezar jî girtî hebûn.

“Li gelek welatan ji ber gefa koronavirusê girtîgeh hatine valikir. Li Tirkîyeyê jî hikûmet ji ber heman metirsîyê xebatekê li ser dema girtinê dike. Lê bi qasî ku hatîye famkirin di vê xebatê de sûcên êrîşên cinsî, kesên tiryakê difiroşin, dizîtîyê, qaçaxîya bacê û bazirganîya mirovan hene.

“Rojnamegerên ku ji bilî pîşeya wan ti sûcekî wan ê din nîne, xwendekar û sîyasetvan digel gefa nexweşîyê wê di girtîgehan de bimînin. Ev mijar berîya her tiştî li dijî xala wekhevîyê ya Destûra Bingehîn e.”

Înîsîyatîfê bang li rayedaran kirine û otine ku kesên ji ber firk û ramanên xwe û ji ber nûçeyên xwe hatine girtin ango rojnameger divê demildest werin berdan.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin