Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Bila herkes wek xwe bimîne, lê divê em rêyekê bibînin

A+A-

Li welatên pêşketî dezgeha siyasetê bi projên xwe yên çareseriyê pêşengtiya civatê dike.
Li welatê wekî me berevajiya wê gelek caran dezgeha siyasetê li hember careseriyan astengiyan derdixîne. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene.Tiştê ez dibinîm gelek caran em di bin bandora siyaseta dewletên serdest diminin...Lê mixabin em wek wan jî nabin. Destekî ne diyar naxwaze kurd wek xwe bin. Bala xwe bidin hilbijartina Serokatiya Tirkyeyê. Di vê hilbijartinê de derket holê ku hazirî û projên we tunebe gengeşiyên we di zeminek xelet de çêdibin.
Di mesela demokrasiya Tirkiyê û hilbijartinên wê de gengeşiyên me di
"Kurdistanî bûyin" û ne "Kurdistanî bûyin"ê  de asê bû.
Ji hasasiyeta demê gelek ji me bêdeng man/dimînin
Rastiyek heye biryara hilbijartina pêşwext dezgeha siyasetê bi bêhazirî girt.
Aliyê kurda jî, aliyê tirka jî bêhazirî ne. Herdû alî jî di nav xwe de ne rehet in.
Di eniyekê de hêvi xurt dibê, di eniya din êrişên dijwar pêk tên.
Heta vê gavê herdû enî jî bi perspektîfen cuda li meselê mêze dikin.
Eniyên Tirkîyeyê: "Tifaqa Cûmhûr" û "Tifaqa milet" bi sucdarî û êrîşen dijwar dijberiya hev dikin...Lê wexta tê û diqewime herdû alî jî li gor berjewendiya welatê xwe tevdigerin.
Li cem kurda bûyer wek"reş û sipi" tê nirxandin. Kar û problemên dewletên ku welatê wan dagirkiriye dikin rojeva xwe ya bingehin.
Rudanên demên vê taliyê mêzekin tiştê bi serê me kurdan anîne bînin ber çavên xwe.
Felaket li holê ye....Ev felaketa bi encam û bandora xwe ewê demek dirêj di himbêza siyasetmedarên bakuri de bimine...
Em tinazên xwe bi dijberên xwe dikin û wan na ecibînin lê pratika wan ji me pir cuda ye.
Encamên eniyên tirkan li holê ye."Tifaqa Cumhur" û "Tifaqa milet" dijberê hev in lê
herdû tifaq jî bi tercîhên xwe yên partiyên di nav hevkariyê de ne mesajek dan kurda. Bi taybetî jî mesajek dan proja "Komara Demokratik". Mesaj pir vekirî bû... Gotin ‘’cihê we di nav me de tuneye’’.
Ev yeka ji bo ku HDP vegere ser mijara xwe ya bingehin û ji bandora cepên tirk derkeve derfetek nû danî pêş me.
HDP ewê biryarek çawa bide emê mêzekin.
Bi xwe wek şexs kêfa min bi vê yekê hat.
Ev yeka kare zeminekê ava bike ku kurd vegerin ser rojeva welatê xwe.
Kî çi dibê bila bibê ev yeka ji bo eniya kurda baş bû.
Mixabin li cem me gengeşî bi şiklekî din didome. Gelek kes ji ber ku PAK,PSK, KDP,KDP-T, Hareketa Azadî bi HDP û Huda-Parê re hevditin kirine aciz in. Mesele bi zanebûn di gengeşiya ‘’Kurdistanî bûyin" û ‘’ne Kurdistanî bûyin"ê de tê asê kirin.
Problemên oldar,mihafazakar, azadixwaz, demokrat û sosyalistan hene. Di mesela ax û welat de heta taliya emrê xwe em nikarin van problemana di katgoriya neyên çareserkirin de bihêlin.
Dibê em rêyekê peyda bikin..
Derfetek diyaloga milî ketiye dest me, vê yekê ji bo hesabên biçûk xera nekin.
HDP û Huda par bila wek xwe bimînin
Bloka kurdî jî wek xwe bimine.
Ji bo destpêkê divê herdu/sê alî ji fedekariyan bikin û li hemberî yên ku mafê wan î demokratik seknekê nîşan bidin.
Di hemû Konfliktê demokratik û neteweyî de ev rê tê pejirandin.
Tiştek pir eşkereye "pirsa kurd û Kurdistanê bi hilbijartinan çareser nebe. Kurd bixwazin jî nabe lewra çi hejmara hilbijêran û çi jî Makzagona Tirkîyeyê destûr nade. Ev mesela mesela hêz,siyaset û mûzakere kirinê ye.
Hinek ji me bi zanebûn kêmfirsendiyan dikin û dixwazin ji vê rewşê ranteka siyasî bi dest xînin.
Nabe.
Kurd êdi fêri siyasetê bûne.
Bi xwe rojeva xwe tayin dikin..
Berî biryara hilbijartina pêşwext kurda dest bi gengeşiyên "Bloka Kurdî" kiribûn. Me hemûyan bi hev re dît ku bi tifaqa hilbijartinê (ya ku ji PAK, PSK, KDP, PDK-T û Hareketa Azadî pêk tê) însiyatifê derbasî dest xwe kirin û bi ziyareta HDPê û Huda-Parê di nav kurdan rojevek ava kirin.
Siyaset bi tirsê nabe...Ezê eşkere bêjim.
Heger hun dixwazin li Kurdistanê desthilatdar bin hûn mecbûrin hesabê 6 milyon kurdên ku ray/ dengê xwe dane HDPê hesab bikin.
Projên we mezin bin, bêyî ku hûn dev di prensîbên xwe yên esasî bedrin, hûn mecburî diyalog û hevkariyê ne.
Firsend hatiye ber derî, hevdîtina kurd bi kurda re bi awayekî erênî bi dawî were, piştî hilbijartinan ewê kurd vegerin ser rojeva welatê xwe û ev yeka ewê zemina li ser axa xwe xwe idarekirinê jî xurtir bike.
Dîsa lihevkirinek çêbe ewê hemwelatiyên me yên ku li bajarên Tirkiyê dimînin şa bibin! Li metropolan bi milyonan kurd hene. Pirsgirekên wan, jiyana wan, pêşeroja wan me jî ji nêzde eleqeder dike. Bi lihevkirinekê ewê kurd dengê xwe bidin navnîşana müşterek. Ewê êdi kurdên metropolan zanibin xwediyên wan hene û li dû mafê wan ên neteweyî û demokratik in jî.
Taliya nivisa xwe de dixwazim vê yekê bêjim:
Vê gavê fikrên me, projên me ji hev cuda bin jî; yên wek hev difikirin û yên dijberî hev in di nav hev de ne rehet bin jî, em hemû zanin siyaset bend û pêşhikumî ye... wexta we bend û pêşhikumiyan ji holê rakir, kare we rehetir dibe.

09.05.2018


 

Önceki ve Sonraki Yazılar