Biden û Putîn krîza Ukraynayê gotûbêj kirin

Biden û Putîn krîza Ukraynayê gotûbêj kirin

.

A+A-

 Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê li ser krîza Ukraynayê axivîn û nêzî saetekê axavtina dewam kir. Têkildarî peywendiya telefonî ji Koşka Spî û Kremlînê daxuyanî li pey hev hatin.

Peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de bi dawî bû.

Koşka Spî ji medyaya Amerîkayê ragihand ku pêwendiya telefonî ya Putin û Biden nêzîkî saetekê berdweam kir.

“Amerîka dê bersiv bide”

Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de hat gotin ku eger Rûsya ku li ser sînorê Ukraynayê hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye, di dagirkirina Ukraynayê de berdewam be Amerîka dê ligel hevpeymanên xwe bersiva pêwîst bide.

Li gor daxuyaniyê Biden her wiha hişyarî da ku destwerdana duyemîn li Ukraynayê dê bibe sedem ku Rûsya rûbirûyê ziyanên mezin bibe.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dê bibe sedema êş û azarên însanî yên berfireh û Rûsyayê bêrûmet bike.

Di heman demê de hat gotin ku Biden ji bo çareseriya pirsgirêkê dixwaze rêyên dîplomatîk bêne bikarnaîn  û helwesteke zelal nîşan da ku ew û hevalbendên wan ji bo senaryoyên din amade ne.

Daxuyaniya Kremlînê

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Kremlînê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de aloziya Ukraynayê hatiye axaftin.

Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Ushakov ji rojnamevanan re got, "Hevdîtinê zêdetirî saetekê berdeam kir. Vladimîr Putîn dîroka têkiliyên Amerîka, NATO û Rûsyayê ku bûye sedema krîzê bi bîr xist. Serokê Rûsyayê destnîşan kir ku di dema Şerê Sar de Yekîtiya Sovyet û Amerîkayê helbet ji sedî sed hevrikê hev bûn. Lê em di salên 1990î de dost bûn. Amerîka û NATO li hemberî Rûsyayê siyaseteke ne avaker dimeşandin. Di wê demê de berfirehkirina qada çalakiya NATOyê dest pê kiribû, endamên nû hatin wergirtin û  sînorê wê nêzîkî  sînorên Rûsyayê bûne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin