Biden tedbîra bilezkirina radestkirina çekan bo Ukraynayê îmze dike

Biden tedbîra bilezkirina radestkirina çekan bo Ukraynayê îmze dike

.

A+A-

Biden: Qebûlkirina dagîrkeriyê, berdêla we zêdetir e.

Serokê Amerîkayê Joe Biden fermanek derbarê peydakirina alîkariya leşkerî  û şandina çekan bilez ji Ukraynayê re îmze kir.

Biden got ku yasaya ku wî li Ofîsa Oval îmze kiriye armanc dike, alîkariya Ukrayniyan bike ji bo li hember şerê hovane yê ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dimeşîne, berevaniyê li welat û demokrasiya xwe bikin.

Biden diyar kir jî, Amerîka bi milyaran Dolar ji bo piştgirîkirina Ukraynayê xerc kiriye û got: “Qebûlkirina dagîrkeriyê, berdêla we zêdetir e.”

Ev destpêşxeriya ku Biden îmze kiriye, di nîvê meha Çileya borî de ji aliyê komek ji senatoran ve hat ragihandin, armanc dike ku "desthilatên berfireh bide Serokê Amerîka ku peymanan bi Hikûmeta Ukraynayê re bike, ji bo dabînkirina kelûpelên leşkerî û ji bo parastina gelê sivîl li Ukraynayê ji êrişa Rûsyayê.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin