Bîden: Pûtîn kujer e

Bîden: Pûtîn kujer e

.

A+A-


Serokê Amerîkayê Joe Bîden, derbarê angaştên mudaxaleya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ew diyar kir ku wê Pûtîn bedel bide û got ku  ew difikire ku Pûtîn kujer e.
 
Serokê Amerîkayê Joe Bîden, derbarê angaştên mudaxaleya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bi awayekî tund bertek nîşanî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da. Bîden, jê Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ku îstixbarata Amerîkayê wî bi mudaxaleya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê sûcdar dike got, ‘kujer’.
 
Bîden, têkildarî mijarê ABC News’ê re axivî û diyar kir ku di axaftina xwe ya ku di dawiya meha çileyê de bi telefonê bi Pûtîn re kiriye de di mijara bersivê de wî hişyar kiriye û ev tişt got: “Me axaftinek dirêj kir. Wez wî hinek baş nas dikim. Axaftin bi gotina min a “Ez te, tu jî min nas dikî. Heke ez piştrast bikim te ev kiriye, wê demê amade be” dest pê kir. Ji berk u mudaxaleyî hilbijartinan kiriye wê Pûtîn bedel bide. Li gorî min Pûtîn kujer e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin