ŞAXA BATMANÊ YA PAKÊ JENOSÎDA HELEBÇEYÊ BIBÎRANÎ

ŞAXA BATMANÊ YA PAKÊ JENOSÎDA HELEBÇEYÊ BIBÎRANÎ

.

A+A-

Teşkîlata Batmanê ya PAKê di salvegera 33 yemin Jenosîda Helebçeyê 16ê Adarê saet 11.00 an de bibîranîn lidarxist. Di bîranînê de rêvebir endam û dostên PAKê cîh girtin.

Serokê PAK şaxa Batmanê bixêrhatin da mevanan û got; ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo şehîdên Helebçeyê 16.ê adarê saet li 11.00 an de ji bo rureşkirina Jenopsîda Helebçeyê 1 (yek) deqîqeyek li cihê ku em lê ne,rêzê bigirin,siruda neteweyî hat xwendin û deqîqeyek rêz hate girtin.

Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PAK ê Xwend.

Di daxuyanîyêde "Helebçe bi çekên kîmyewî di hembêza hemû cîhanê de şehîd ket!

Roja 16yê Adara 1988an de li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê ji alîyê rejîma Bees a Seddam Huseyinî ve bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kes hatin qetil kirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Jenosîda helebçeyê beşeke ji Jenosîda Enfalê bû.Di Jenosîda Enfalê 182.000 Kurd û Kurdistanî ji alîyê rejîma Bees a Seddam Huseyinî vehatin qetil kirin.

33 sale hîna jî niştecîyên Helebceyî ji birînên jehra kîmyewîyê xilas nebûne. Jîngeha Helebçeyê bi temamî ji jehrê nehatîye pak kirinê."

Di berdewamîya daxuyanîyê de "Jenosîda Helepçeyê nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadîya Kurdistanê bigire û dê jenosîdên nû jî nikaribin rê li ber têkoşîna doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Birîna Jenosîda Helebçeyê îro bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê tê kewandin. Her destkeftineke netewî, niştimanî ya li her perçeyekî Kurdistanê û azadî û serxwebûna hemû Kurdistanê dê vê birînê zêdetir bikewîne.

Em di 33yemîn salvegera Jenosîda Helebçeyê hemû qesas û alîgirên vê jenosîdê rûreş dikin."

Di berdewamîya bîranînê de strana Halepçe bi dengê Şivan Perwer ve hatê guhdarîkirin.

Xwedê jê razî Kurdperwer û helbestvan Seydayê Gurdilî jî bi rêzdarî hat bibîranîn û helbesta wî ku li ser Jenosîda Helepçe nîvîsandibu ,bi deng û vîdyoya xwe ligel me bu.

Bîranîn bi sohbet û pirs û bersivan bi dawî bu. 16.03.2021

PAK Şaxa Batmanê

pak-2-012.jpg

batman-1-002.jpgb-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin