Biden piştgiriya agirbestê di navbera Îsraîl û Filistînê de dike

Biden piştgiriya agirbestê di navbera Îsraîl û Filistînê de dike

.

A+A-

Serokê Amerikayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu re bi rêya telefonê axivî û diyar kir, ew pişgiriya xwe ji bo agirbestekî dide nîşandan.

Qesra Sipî li ser hevdîtina Biden û Netenyahu, daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniyê, li himber êrîşên bi moşekan, mafê Îsraîl heye ku xwe biparêze. Herwiha Biden ji Îsraîl daxwaz kir, ji bo parastina xelkê sivîl gerek gelek bi hesas be û tişta ji destê wan werê bikin.

Qesra Spî dide zanîn, operasyonên Îsraîl li himber Hamas û rêxistinên din, ji aliyê Biden û Netenyahu ve hatin nirxandin û Serok Biden da got, ew pişgiriya agirbestekê dikin. Herwiha di derbarê vê de, qala diyaloga DYA û Misrê û hevalbendên wan hate kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin