Biden li Îsraîlê: Amade me li dijî Îranê hêzê bikar bînim

Biden li Îsraîlê: Amade me li dijî Îranê hêzê bikar bînim

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvînekê de li gel kanala 12 a televîzyona Îsraîlê ragihand, Waşington rê nade Îran bibe xwedî çekên etomî û tekez kir, ji bo vê armancê ew amade ye hêzê jî bikar bîne. Biden herwiha got, ew Supaya Pasdaran ji lîsteya terorê dernaxe, eger bi wê yekê rêkeftina etomî jî têk biçe. 

Joe Biden got, “Take tişt ku xirabtir be ji wê Îrana ku niha heye, Îraneke xwedî çekê etomî ye. Eger em bikaribin vegerin nav rêkeftinê, em dikarin baş wan rawestînin. Bi nerîna min serokê berê bi vekişîna ji rêkeftinê şaşîtiyeke mezin kir. Niha ji her demekê zêdetir ew nêzîktirin ku bigihên çekê etomî.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh Çarşembê 13ê Tîrmehê bi serdaneke fermî gihîşt Îsraîlê û li Firokexaneya Navdewletî ya Ben Gurion ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Joe Biden di wê hevpeyvînê de diyar kir, welatê wî ne amade ye Supaya Pasdaran ji lîsteya terorê derxîne, eger ew yek bibe sedema têkçûna temam a rêkeftina etomî jî.

Serokê Amerîkayê herwiha tekezî li ser berdewamiya danûstandinên bi Îranê re ji bo vegera bo nav rêkeftina etomî kir, lê belê got, ew rê nade Îran bibe xwedî çekên etomî. Biden destnîşan kir, ji bo Îran nebe welatekî xwedan çekên etomî, ew amade ye hêza leşkerî jî bikar bîne.

Yonit Levi, pêşkêşkara kanala12 a Îsraîlê derbarê wê mijarê de ji Biden wiha pirsî, “We di dema borî de gotiye hûnê her tiştî bikin daku Îran çekê etomî bidest nexe. Gelo ev yek bi wataya ku hûnê hêzê jî dijî Îranê bikar bînin? Wata ya wê ew e?”

Di bersivê de Biden got, “Eger ev yek bijardeya dawî be, belê.”

Lê Tehran daxwaz ji Amerîkayê dike, siyaseta xwe li Rojhilata Navîn biguhere.

Nasir Kenaanî, Berdevkê Wezaretra Derve ya Îranê ragihand, “Îdareya Amerîkayê û serokê wê ragihandine ku ji bo piştîvaniya aştî û aramiyê serdana navçeyê dikin, divê pêceçûnê li ser siyaseta xwe ya derve ya li navçeyê bikin, ev jî bi rêya nerîna raya giştî ya navçeyê û guherîna tevgera xwe û siyaseta piştevanîkirina qewareya siyonîstî bidawî bînin.”

Biden dixwaze di vê serdana xwe de bo Îsraîlê, dilgiraniya vî welatî derbarê rêkeftina etomî de nehêle.

Bo vê armancê jî, biryare îro li gel Serokwezîrê Îsraîlê bicive û rêkeftinekê îmze bikin, ji bo rê nedin Îran bibe xwedî çekên etomî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin