Biden Dijî Myanmarê Gefa Toleyan Dixwe

Biden Dijî Myanmarê Gefa Toleyan Dixwe

.

A+A-

Serok Joe Biden darbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kir.

Biden bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew darbeya leşkerî û desteserkirina sîyasetvanên Myanmarê şermezar dike.

Wî bi bîr xist ku Amerîka jiber pêşketina demokrasîya li Myanmarê toleyên dijî wî welatî rakirine û got ku jiber ku ew peyvajo bi şûnde çûye ewê toleyan jinûve binirxînin.

Serokê Amerîka dîyar kir ku divê civaka navneteweyî bi hev re li ser artêşa Myanmarê zexte çêke ku ew ji desthilatê herin.

Biden bang li artêşa Mynamarê kir ku bizavkar û sîyasetvanên hatine desteser kirin berde û tundûtûjîya dijî sîvîlan rawestîne.

Rêberê Piranîya li Cıvata Senatoran Chuck Schumer dîyar kir ku rêvebirîya Biden hazirîyê dike ku Kongresê ser darbeya li Myanmarê agahdar bike.
Schumer da zanîn ku Kongres bo çareserkirina kêşeya li Myanmarê hazir e ku bi rêvebirîyê re bixebite.

Qesira Sipî roja Yekşemê dîyar kiribû ku Amerîka dijî pûçkirina encamên hilbijartinên Myanmarê ye û dabû zanîn ku ger hewildanên pûçkirinên çêbin ewê dijî berpirsan dest bi xebatên bikin.

Partîya Suu Kyi, Yekîtîya Demokrasîya Neteweyî (NLD), di hilbijartinên Mijdarê de piranîya pêwîst ya bo avakirina hikûmetê bi dest xistibû, lê artêşê îdia kiribû di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û ji hikûmetê xwestibû ku kombûna parlamanê paş bixe.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin