Biden: Amerîka wê vaksînên COVID-19 bişîne seranserî cîhanê

Biden: Amerîka wê vaksînên COVID-19 bişîne seranserî cîhanê

.

A+A-

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê dîyar kir rêvebirîya wî ewê heya dawîya wê mehê 20 mîlyon dozên din yên vaksînên COVID-19 bi welatên din re parve bike.

Ew 20 mîlyon dozên nû ewê ji vaksînên Moderna, Pfizer, Johnson & Johnson û AstraZeneca, pêk were.

Biden jixwe meha borî soz dabû ku dê Amerîka heya 4ê Tîrmehê 60 mîlyon dozên vaksîna AstraZeneca, ku li welat nayê karanîn, bide welatên din.

Bi daxuyanîya Biden ya îro hejmara giştî ya vaksînên ku ewê Amerîka bibexşîne welatên bîyanî giheşt 80 mîlyon dozan.

Vaksîna AstraZeneca ya COVID -19 ne yek ji 3 vaksînane ye ku destûra karanîna awarte ya Amerîka girtiye.

Tenê vaksînên Pfizer / BioNTech, Moderna û Johnson & Johnson jibo karanînê ji hêla Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîkî ve, hatine erê kirin.

Lêbelê, pêdivî ye ku vaksîna AstraZeneca, berî ku were şandin derveyî Pêyvajoya pejirandinê berdewam dikin.

Hevdem, Biden destnîşan kir ku koordînatorê tîma bersîva COVID-19 ya Qesra Sipî Covid-19 Jeff Zients wek berpirsê vê hewlê ye, bi hevsengîya digel Konseya Ewlehîya Neteweyî û Wezareta Karên Derve yê Amerîka.

Biden di Sibatê de ragihandibû ewê Amerîka bi 2 mîlyar dolaran alîkarîya bernamaya navneteweyî ya parvekirina dadmendî ya vaksînên COVID-19 bike.

COVAX yan Giheştîna COVID-19 ya Cihanî bernameya navneteweyî ya Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ye û belavkirina adîl ya ya vaksînên COVID-19 dixebite û hevdem jibo welatên xizan vaksînên COVID-19 peyda dike.

Înîsîyatîfa dilxwaz ya bo belavkirina wekhev ya vaksînên COVID-19 bi hevalbendîya rexistinên WHO, GAVI û CEPI, koalîsyoneke cîhanî ya jibo tekoşîna epîdemîyan xebatên xwe dimeşşîne.

Her wiha Biden bi şertê alîkarîyên ji welatên din û bo pêkhatina armancên radestkirina vaksînan, soza 2 mîlyar dolarên din jî da.

Di nava artêşê de grûba herî zêde mezin dibe û pêşde diçe, kesên di bin navên derewîn de dixebitin ku ji înternetê agahî didin hev û şervanên sîberîne. Van şervanên sîberî tevlî kampanyayên medya civakî jî dibin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin