Bi Redaktorê Radyoya Rewanê Têmûrê Xelîl ra Hevpeyvîn

Bi Redaktorê Radyoya Rewanê Têmûrê Xelîl ra Hevpeyvîn

Ji malpera SînemaSerbixwe Abdulselam Akinci bi kurê berpirsîyarê Radyoya Rewanê û di heman demî de redoktorê radyoya Rewanê Têmûrê Xelîl ra li ser Radyoya Rewanê hevpeyvînek çêkir…

A+A-

 

Hevpeyvîn:  Abdulselam Akıncı

JI RADYOYA REWANÊ ŞAHÎDÊ DEM Û DEWRANEK

Rojnameger nivîskar û Berpirsyarê malpera Rêya Teze, Têmûrê Xelîl sala 1949an li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matêmatîk, 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurdan. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Di destpêka beşa kurdî ya Radyoya ”Dengê Rûsîyayê” da (sala 2008an) çû Moskvayê, salekê wira kar kir, herwiha bernameya edebîyetê bi rê va dibir, paşê carek din vegerîya Swêd û ji wir heta niha jî bi gotar û wergeran va alîkarîya wê radyoya kurdî dike. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Berî çendekê di kongrêya Komeleya Nivîskarên kurd yên Swêdê da hate hilbijartin wek endamê komîtêya karger û sêkrêtarê komelê. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû. Niha kolûmnîstê malpera “Nefel”ê ye. Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din. Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîyan ya bi sernavê “Dengê xwînê” ji alîyê weşanxaneya Lîsê da çap bû. Lê pirtûka wî a bi sernavê “Antolojiya 35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyet” ji alîyê weşanxaneya ”NA” derket. Pirtûkeke wî a din ser bûyerên balkêş di jîyana kurdan da amade ye bona çapkirinê. Niha ser amadekirina pirtûkekê kar dike, ku kesên li cihanê binavûdeng ser êzdîyan çi gotine. Ewî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8an – “Aştî” nivîsîye (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû), bi Mehmet Bayrak ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Î. Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”. Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955an heta 1982an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê beşa sosîologî temam kirîye û di beledîya Stokholmê da wek sosîolog kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurdan di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (bêjer) bûye û bi tevayî weke 100 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine. Têmûrê Xelîl niha berpirsyarê malpera kurdî ya bi navê krd.riataza.com e. Ew li Swêd dimîne û heta niha ev kar kirine:

Têmûrê Xelîl wek rojnemevan û wergêrekî bi şuret û çalak tê naskirin. Heta niha wî 14 pirtûk ji rûsî û ermenî wergerandine kurdî û 17 pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û Dîdarê ra – tevayî ji tîpên kîrîlî û latînîya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdîya latînî ya niha…Piştî ku Enstutîya çandî ya Kurd û Almanan ji arşîva Radyoya Rewanê nehsed berhemî dîjîtalîze kir û li ser torên civakî parve kir, Radyoya Rewanê ya ku nîvsedsal ji Kurda ra xizmet kiri bû carek din kete rojevê. Mejî ji bo Sînemaya Serbixwe bi kurê berpirsîyarê Radyoya Rewanê û di heman demî de redoktorê radyoya Rewanê Têmûrê Xelîl ra li ser Radyoya Rewanê hevpeyvînek çêkir…

– Ewil dixwazim em behsa çîroka koçberîya malbata we bikin…

Ji xwe herkes bavê min Xelîlê Çaçan baş nas dike. Bavê min ji 1957an heta 1981an rêvebirîya Radyoya Rewanê kir û ji Kurda ra xizmet kir. Dîya min Êznîva bêjera Radyoya Rewanê ya ewil e.
Diya min û bavê min bi hevra nîvsedsalek ji Rayyoya Kurdî û ji gelê xwe ra xizmet kirin. Em çar xwûş û bira ne. Ez, birayê min Sêdar, xwûşkên min Gulnare û Volodyo ne.Bi eslê xwe em ji Bedlîsê ne. Eşîra me jî Rojkan e. Em û Şerefxanê Bedlîsî em heman eşîr in. Di dema şerê Ûris û Osmanîyan da yanî di şerê 1828 da pêşîyên me koçê Dîgora Qersê kirine. Ew dem Qers di bin desthilatîya Rûsan da bû. Piştî ku Qers kete destê Tirka ji ber zor û zextan ji ber ku em êzdî bûn mezinên me mecbûr banê û koçî Ermenîstanê kirine.

-Evro li axa Sovyeta berê hejmarek muhîm yê nifûsên Kurd heye. Ev Kurdên îro li Sovyetê ne di kîjan demê de çûne û bi çi sedemî li wir mane?

Nifûsên Kurd yê li axa Sovyetê bi piranî Kurdên ku ji Bakûrê Kurdîstanê koç bûne ew in.li Sovyet hem Kurdên êzdî hene him jî Kurdên musulman hene. Mesela Kurdên Azerbeycanê ji serdema Şeddadîyan û Eyyubîyan da li wir in. Kurdên Turkmenîstanê ji xorasana îranê ne. Di sedsala 16 mîn de di serdema Şah Ebbas da hatine li wir bi cîh bûne. Kurdên Ermenîstan û Gurcîstanê di navbera 1800 û 1926 da koçî wir kirine û li wir mane. Kurdên Kazakîstan û Asyaya navîn jî di dema Stalîn de weke sirgûn hatine û li wir mane. Yanî dema merif lê dinhêre merif dibîne ku koç û koçberî ya Kurda her ji ber zor zecrê bûye. Ew Kurdên îro li Rûsyayê ne jî piştî hilweşîna Sovyetê ji ber şertên ekonomîk koçî wir kirine. Rastiya jîyana Kurda her koçberî ye.

-Îro gelo dîyarê ku çiqas nifûsê Kurd heye li Sovyetê?

Hejmarek teqes em nikarin bîbêjin lê texmînî 300 hezar Kurd îro li axa Sovyeta berê niştecîh in.

-Tu wek zarokek Kurd hê şeş salî bûyî Radyoya Rewanê hatîye damezrandin. Bi nêrîna te armanca Sovyetê çi bû ku Radyoyek Kurdî damezrand?

Sereke armanc ev ku propaganda ya Sovyeta Sosyalîst bigihîne her derê Kurdîstanê. Sovyetê dixwest li hember dinyaya kapîtalîst çil mîlyon Kurdî bîne ser xeta Marksîzm û lenînîsmê.

-Bavê te rêzdar Xelîlê Çaçan di sala 1957an da bû serokê Radyoya Rewanê. Ew prose çawa qewimî. Tê çi bêjî di vî derbarê da?

Radyoyê 1955an de weke weşana ceribandinê dest pê kir.Ew çax di heftê da sê roj û 15 deqe bû weşan.V3i rewşê heta 1957a dewam kir. Heta wê demê jî di radyoyê da tenê du kesan kar dikir. Serokê Radyoyê Casimê Celîl û dîya min spîkera radyoyê êznîva Reşîd bû. Rêvebirîya radyoyê li Moskav bû. 1957an da ji Moskov heyetek hat û civîn çêkirin li Erîvanê di wî civînê da bavê min Xelîlê Çaçan weke serokê radyoya Rewanê hate dîyar kirin.Ji wî dîrokê heta 1981an bavê min xizmet kir. Dikarim bêjim ew kilamên hatine qeyd kirin, ew şano û pîyesên radyoyê bi giştî di serdema Xelîlê Çaçan da hatine kirin.Piştî ku Sovyet hilweşîya satalayta radyoyê hate rakirin û fînansa radyoyê hat birîn û radyo nîvcû mayî ma. hema bêja îro weke tenê navê radyoya rewanê ma ye.

-Dengbêja ji kêderê û çawa dianîn radyoyê?

Ji gundan, ji zozanan ji bajaran ew dengbêjên dengên wan xweş e didîtin û dianîn radyoyê dengê wan didan qeyd kirin. Dengbêjên li Ermenîstanê hatina wan hêsantir bû. Yê zehmet dengbêjên komarên din bû. Mesela dengbêj Şeroyê Biro, Şebabê Egît, Cemîla Çawîş û Hemoyê Hesen li Gurcîstanê diman. Bavê min çend cara ji bo wan çû Gurcîstanê. Studyo ya Radyoya Gurcîstanê ji bo wan kirê kir û dengê wan bi wî şiklî qeyd kir û anî di radyoya rewanê da gîhand bi milyonan Kurda.

-Di wan serdeman da texmîn dikim ku karek gelek bi zehmet bû ye…

Zehmetîya herî mezin ev bû. Ew dengbêjên ku dihatin ji bo qeyda dengê xwe ewil car bû hatibûn bajêr. Dema diketin studyoyê bi saetan rejisor û oprator bi wanra mijûl dibûn. Kelecanî dibûn, xûdan didan, kilamên xwe ji bîr dikirin bi saetan ev rewş dewam dikir. Di dawîya dawî da digotin em nikarin li vir kilaman bêjin. Me biherin çîyê yan jî me biherin gundê me emê li wan dera hê xweştir û baştir kilamên xwe bixwînin. Ya din jî van dengbêjên ku dihatin radyoyê cara ewil bi enstrumanta ra kilam digotin ji bo wî divê bi rojan prova bikirana. ev rewşa hanjî proseyê gelek dirêj dikir. Yanî zehmetîyên berbiçev vana bûn.

-Di Radyoya Rewanê da sansor he bû?

Helbet sansor hebû. Berpirsîyarê sansorê jî apê min Celîlê Çaçan bû. Ne mumkûn bû ku tiştek li dijî Sovyetê bikeve weşanê.

-Dengbêjên ku dengê wan dihat qeyd kirin pere distandin yan na?

Belê dengbêjan ji bo yek carekî serê her stran yan jî kilama wan a ku dihat qeyd kirin pere distandin. Yê herî zêde pere distand Aram Tîgran bû. Lewra Aram Tîgran hem bestekar bû hem jî kilama digot di serda jî li enstrumantê dixist ji ber wî ewî zêde pere distand. Gotinên hinek kilamên Radyoyê yên bavê Aram Tîgran bûn ji ber wî jî pere distand.

-Bi xisûsî herhal zehmetîya mezin anîna dengbêjên jin ya Radyoyê bû. Tê çi bêjî di vî mijarê da?

Belêêê anîna dengbêjên jin ji bo radyoyê gelek zehmet bû. Mêrên wan,bavê wan birayên wan nedihîştin jin werin strana bêjin. Bavê min wana bi dîzî dianî radyoyê û bi dizî dengê wan dida qeydkirin. Ji wan dengbêjên ku di radyoyê stran û kilam gotine gelekê wan bavê wan, mêra wan,birayê wan nizanin ku ew dengê gohdar dikin qîza wan e, jina wan e,yan jî bûka wan e,lewra berîya ku yê dengê bihata qeyd kirin ji bo ku neyên naskirin navê xwe diguherandin û bi wî awayî dengê xwe qeyd dikirin. Tevî hemû zehmetîyan dengbêjên jin yê ku li dijî otorîteya malbatê disekinîn jî hebûn. Mesela Aslîka Qadir, Zadîna Şekir, Sûsika Simo ji van Dengbêjan bûn.

-Serokê Kurd Mele Mistefa Berzanî di sala 1958 da tê Moskovê û serdana Radyoya Rewanê jî dike. Tu dikarî behsa wî serdanê bikî?

Welatparêzîya kurdên Sovyetistana berê ji bo gelek kurdan bûbû nimûneya çavdayînê û jêhînbûnê. Em bi dehan salan berê ji Kurdistanê derketibûn, peywandîyên me bi welêt ra tunebûn, sînorên Yekîtîya Sovyet hetanî ji bo welatên Ewropayê jî girtîbûn, lê me her firsend bi kar dianîn ku bi koka xwe va bêne girêdan.

Rêyeke li ber me jî ew bû ku em roja Newrozê diçûn Moskvayê û bajarên mayîn, me cejna xwe ya netewî bi kurdên Kurdistanê ra derbaz dikir ku li Zanîngehên wan bajaran da dixwendin. Carina jî kurdên Kurdistanê dihatin Yêrêvanê, me hisreta welêt ji wan hildida. Û rojekê jî, sala 1958-an, kurdê herî mezin Mistefa Barzanî hate Yêrêvanê. Bû mêvanê radyoya kurdî ya Yêrêvanê jî. Ji ber ku bavê min Xelîlê Çaçan Mûradov serok û berpirsyarê radyoya Yêrêvanê ya kurdî bû, derheqa rasthatina bi Barzanîyê Mezin ra ji min ra gelek tişt got. Ji gotinên Barzanî du tişt rind di bîra min da mane, ku bavê min ji min ra gotibû. Yek ku gotîye di pêşketina şoreşa Kurdistanê da rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê gelek e. A dinê jî dema bavê min, Barzanîyê mezin û Erebê Şemo ketine odeyekê û çend deqeyan li wir bi tenê mane, ser meseleya radyoya kurdî a Yêrêvanê xeberdane. Sê mehan piştî xeberdana wan hersê mezinahîyên kurdan dema weşana radyoya kurdî ya Yêrêvanê ji berê du caran dirêjtir kirin. Pişt ra ez pê hesiyam ku bavê min û Erebê Şemo nameyek dabûne Barzanî ku wê bigihîne serokatîya Sovyet bona dirêjkirina wextê radyoya kurdî.

Paşê bavê min ji gera bi Barzanî ra bîranînên xwe ji min ra digot. Rojekê jî çûne gundê Elegezê, erebeya wan ketîye nava herî û çamûrê. Barzanî ji erebeyê peya bûye û bi gundîyan ra tevayî erebe ji herîyê derxistine. Gundî zendegirtî û şaş mane, gotine ku çawa dibe Barzanî bikeve nava herîyê û karekî wisa bike, lê Barzanî li wan vegerandîye gotîye: “Em her tiştî gerekê bi hev ra, yekdest bikin”.Sala 1975-an ez di nav komeke ermenîyan da ji bo gerê bi trênê diçûme Çêkoslovakîyayê. Mêrekî rûs hat bal me, bi hevalên komika me ra bû nas, paşê vegerîya li ser min û got: “Bi bawerîya min, hemû endamên komika we ermenî ne, lê tu qet ne wek ermenîyan î. Gelo tuçi milet î?”. Pêşîyê ez şaş û metel man ku ew ji kû zane, lê dû ra ez him şa bûm ku ez ji gelên mayîn cuda dibim, him jî kêfxweş bûm ku firsendek çê bûye gelê xwe bidime naskirin û min got ku ez kurd im. Ji ber ku wan salan gelekan kurd nas ne dikirin, wî jî pirsî: “Kurd kî ne, li kû dimînin?”. Min got ku niha jî kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistanê dijî desthilata Îraqê şer dikin.

Ewî xeberdana min birî û got:” Ha… Barzanî, Barzanî!!!”.
Ango, gelekan navê kurdan ne bihîstibûn, lê navê Barzanîyê Mezin bihîstibûn.

-Ji xeynî nivîskarî û rojnamegerîya te em dizanin ku dengê te jî xweş e, û heta bi dengê te çend stran jî di Rayoya rewanê da hatîye qeyd kirin.Tu hinek jî behsa hunermendîya xwe bikî?

Ez diwazim vî pirsa te jî girêdayî Mele mistefa Berzanî bibersivînim. Di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da stiraneke derheqa Barzanî da bi navê “Mêrê Mêrxas” heye, wê jî ez distrêm. Pêşîyê ew stiran dane Aramê Tîgran ku ew bistirê. Lê Aram nexwest bistirê, ditirsîya ku ermenî wê bêjin tu ermenî yî, lê pesinê serokê kurdan didî. Her rojên yekşemê, dema sitiranên bi daxwaza radyoguhdaran didan, ew stiran hebû. Xelqê ew ser teypê jî qeyd kiribûn û wek tiberk li mala xwe da xwedî dikirin.

-Zimanê Radyoyê Kurdî bû lê bi temamî radyo ya Sovyetê bû. Ev strana li Barzanî nehat sansor kirin?

Lê çi mixabin ku sîyaseta Sovyetistanê di hindava kurdan da wisa zû dihate guherandin ku hinek caran ji serokatîya radyoya Moskow têlêfon dikirin (di eslê xwe da radyoya me ya Moskow bû, lê ji ber ku Ermenistan nêzîkî Kurdistanê bû û kadroyên kurd jî piranî li wir bûn, lema jî radyoya kurdî weşanên xwe ji Yêrêvanê dikir) digotin: “Stirana “Mêrê Mêrxas” ya derheqa Barzanî da çend mehan bi radyoyê nedin, hetanî em carek din we haydar bikin”. Piştî çend mehan digotin ku ewê stiranê her ro bidin. Ango, me ji wê stiranê texmîn dikir ku sîyaseta Sovyeta berê di hindava Îraqê û Kurdistana Başûr da çawa bi xweşbînî û nêgatîvî dihate guhêrandin.A here hewaskar û nebîrkirinê jî ew e, ku dema ez vê havîna buhurî di nav Koma Kurmancî a Parîsê çûme Kurdistana Başûr û me seredana gora Barzanîyê Mezin kir, serokê ofîsa goristana li Barzanê ji me ra got, ku her sal, di rojên bûyîn û wefatbûna Barzanîyê Nemir da em wê stirana te bo hewarîyên amadebûyî didin.

Piştî bavê min (bavê min ji sala 1957-an hetanî mirina xwe sala 1981ê, serokê radyoyê bû), sê salan jî ez di radyoyê da wek berpirsyar xebitîm, hetanî sala 1984-an û paşê Sovyet hilweşîya, antêna (satelît) ku Kurdistan pê radyoya me guhdarî dikir, rakirin, wextê radyoya me ji sehet û nîvekê daxistin kirine nîv sehet, her tişt tevlihev bû û ew stiran jî kêm digihîje milet. Lê di malên xelkê kurd da ew stiran heye.

Sînema Serbixwe

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin