Bi hatina zivistanê rewşa koçberên Rojava dijwar bûye

Bi hatina zivistanê rewşa koçberên Rojava dijwar bûye

.

A+A-

Rewşa koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî yên li nav kampên Rojavayê Kurdistanê bi hatina werza zivistanê re gelekî dijwar bûye.

Li kampên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ya Waşokanê ku koçberên Serê Kaniyê tê de dimînin ji ber nebûna elektrîk û sotemeniyê û bêkariyê jiyan koçberan gelek zehmet e.

Malbata Hisên Mûsa ku koçber e, benzînê li ber konê xwe difroşe û xwe pê xwedî dike, litreyekê bi 500 lîreyên sûrî ji benzînxaneyê dikere û bi 600î difroşe.

Mezintirîn xewna wan ewe ku xwe ji demsala zivistanî re amade bikin, çadir qetyane, û betanê riziyane, rêveberariya kampê rojê tenê 4 lître mazot dide her malbatekê, lê di rojên sar de têra wan nake.

Hisên Mûsa yê 60 salî û hevjîna xwe ya 55 salê ku zarokê wan tune ne. Behsa wê rojê dikin, roja ji serêkaniyê derketin weku ku duh rûdaye.

Koçber Hisên Mûsa dibêje “Ez û pîreka xwe em li mator siwar bûn hatin û em derketin, heya roja îro me mala xwe nedîtiye, xaniyê min ma û dukana min ma, heya bi cilên me mane.”

Koçber Fatima Elî got “Gelekî zehmet e. Ji wê demê ez dibêjim xweska min mala xwe bidiya, zarokê min tune ne lê mala min hebû, her tiştê min hebû.”

52 koçberên Serê Kaniyê di korbendê de ku ji aliyê Rêxistina Pêl a civaka sivîl hatiye lidarxistin, li bajarê Hesekê beşdar in ku rêveberiya heman kampê ya girêdayî Rêveberiya Xweser amade ye.

Koçber tê de behsa zehmetiyên hatina zivistanî dikin. Rêveberiya kampê jî dibêje ji ber ku heta niha wan îtîraf bi dest nexistine, rêxistinên navdewletî derbasî kampa wan nebûne, karînên Rêveberiya Xweser jî sînordar in.

Hevserokê Encûmena Kampa Waşûkanê Ela Eldîn El-Elî diyar kir“kampa Serê Kaniyê û kampa Waşûkanî heya roja îro, îtîraf bi wan nehatiye kirin wek kampên fermî lewma NY heya niha derbas nebûne heya bi hikumeta Sûriyê qebûl nekiriye.”

Li gor amarên ofêsa rêxistinên mirovî ya rêveberiya xweser 500 hezar koçberên navxweyî li Rojava hene, ji wan 150 hezar yê Serê Kaniyê ne, ku 20 hezar ji wan di nava 2 kampab de ne , yên din jî di nava mal û bajaran de ne.

Çavkaniya Nûçeyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin