Doza bikom kuştina malbata Kurd a Konyayê îro tê dîtin

Doza bikom kuştina malbata Kurd a Konyayê îro tê dîtin

.

A+A-

Doza kuştina malbata Kurd a Dedeogullari îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin. Di dozê de 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 hatin azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Tîrmeha 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin. Di dozê de destpêkê 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 jê hatin berdan.

Herî dawî 3 bersûcên din ên ku ji doza malbata Kurd dihatin darizandin, ji girtîgehê hatibûn berdan. Bi vê biryarê ji 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 hatin azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut, banga xwedî lê derketina dozê kir. Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo doza qirkirinê ya roja Sêşemê demjimêr 9:00 li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin berî her tiştî pêwistiya me bi moral, motîvasyon û hevkariyê heye.”

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, 4ê Tebaxê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

Çavkaniya Nûçeyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin